‘Piştî komkujiyê jinan xwe rêxistin kir û nîşan dan ku dikarin xwe biparêzin’

Panelîstên Konferansa Jinên Iraqê ya Navnetweyî diyar kirin ku piştî komkujiyê jinan xwe rêxistin kir û li ser esasê xweparastinê bûn xwedî hêz û dikarin xwe biparêzin.

Konferansa Jinên Iraqê ya Navneteweyî ya li Bexda bi panelan dewam dike.

Panela Yekem bi mijara ‘Di jenosîdê de qirkirina jinan û qirkirina jinan tê wateya çi? Sedem û encama wê çine?’ ji aliyê nivîskar û mamosteya Zanîngeha Bexda Macîde Hatû Haşim ve hate pêşkêşkirin. Haşim destnîşan kir ku jenosîd tenê kuştin nîne, her cûre wêrankirina ziman, nasname, çand û huner, tundî û destavêtin û destdirêjî jî jenosîd e. Haşim bal kişande ser jenosîda Ermeniyan, Elman, Efrîqa, Çîn, Japon, Rûsya û Enfalê ya li Kurdistanê, her wiha paqijkirina Şîa ya li Başûrê Iraqê û dîsa qirkirina li ser Feyliyan.

Vekirina panelê bi axaftina nivîskar û mamosteya Zanîngeha Bexda Macîde Hatû Haşim ve hate destpêkirin. Haşim anî ziman ku kuştin û koçberkirina Êzidiyan jenosîda herî hova e ye ku bê hincet û koletiya herî xirab a li dijî jinên Êzidî ye. Haşim got: “Di sedsala 21’an de ev şerma herî mezin e. Ji ber ku ev ne serdema cehaletiyê û dema destdirêjiya cinsî ya ser jinê ye.” Haşim diyar kir ku rewşa jinên koçber ên li kampan pir xirab e û divê jiyana wan bê başkirin.

Endama Rêxistina Jinên Azadîxwaz yên Kurdistanê Lale Azad peyama parêzer, endama rêxistinên mafên mirovan û jinan û nivîskara pirtûka Jinkujî ya Îtalya Barbara Spînellî ku ji ber pirsgirêkên rê nekarî beşdar bibe, xwend.

Di peyamê de hate destnîşan kir ku dema DAÎŞ'ê bi awayekî hovane êrîşî Şengalê kir û komkujî pêk anîn, tevî îmzekirina Peymana Mafên Mirovan jî Iraq, Îran û Tirkiye peymanê binpê dikin û gelê Êzidî ji qirkirinê naparêzin û ev hate gotin: “Piştî komkujiyê jinan xwe bi rêxistin kir û nîşanî cîhanê da ku jin xwe diparêze. Hêza YJŞ’ê ava kirin û berpirsyariya berxwedan, parastina Şengalê û jinan jî li ser fikrên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan girt ser xwe.”

Panela duyemîn a bi navê ‘Qonaxa Êrîşên Qirkirinê yên 3’ê Tebaxa 2014’an û Hewldana Ji nû ve Avakirina Di Bin Axê de’ ji aliyê Feyze Xetab ve hate pêkanîn. Xetab bal kişande ser bandora derûnî ya piştî êrîşa qirkirinê û êrîşên kîmyewî ya Helebceyê. Xetab anî ziman ku divê qirkirina Şengal û jinên Şengelê neyên paşguhkirin.

Jina bi navê Necad Babîr Xelef ku li Şengalê ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar bû jî axivî û got: “Em 600 jin bûn, em ketin destê DAÎŞ’ê, bi komek zarokan re em birin, tişta ku jinan di vê rewşê de dît, nayê vegotin. Jiyaneke dijwar bû, bi destê DAÎŞ’ê hatin firotin û mêran ji bo kirîna wan di navbera xwe de tercîh kirin, birayê min û keça min winda ne. Vîna jinê û gelê Şengalê ji bûyerên tên vegotin zêdetir hatiye şikandin. Piştî vê jinê xwe bi ramana azad ji nû ve afirand.”

Berpirsa Têkiliyên Derve ya Tazeyê Seham Dexîl Reşo di dema êrîşa 3’ê Tebaxê de ku 13 salî bû, piştî azadkirina wan bû jineke pêşeng û ji bo birêxistinkirina jinan li Şengalê kar kir jî diyar kir ku armanca êrîşan têkbirina civaka Êzidî ye. Reşo got: “Jin ji Rêveberiya Xweser a Şengalê û Xwerêveberiya Jinê ya ji bo avakirina civaka azad a Şengalê re pêşengiyê dike.”

Panela sêyemîn jî ji aliyê Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad bi navê ‘Li Iraqê sedema komkujî û qirkirina jinan’ pêk hat. Murad destnîşan kir ku jinên Kurd ji bo xwe jiyaneke nû ava kirine. Ji bo têkbirina vê sîstem û zîhniyetê divê jin li ser lingên xwe bisekinin û serbixwe bin.

Konferans didome.