Peyama Yuksekdag û Tûncelê ya 8’ê Adarê

Fîgen Yuksekdag û Sebahat Tûncel li ser navê jinên di girtîgehan de peyam şandin mîtînga 8’ê Adarê û gotin, “Ji Efrînê heta Amedê, ji Şengalê heta Stenbolê li her derê em biqîrin: Tekane rê azadî ye.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag, li ser navê jinên siyasetmedar ên di girtîgehê de ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê peyama 8’ê Adarê şandin.

Peyama Tuncel û Yuksekdag wiha ye:

“Jinên dildar û hêja, em we hemûyan bi coş û berxwedaniya 8’ê Adarê silav dikin. Li dijî hemû êrîş, şer, zilm û zordestiya Rewşa Awarte li kolan û qadan em dîsan serî hildidin. Dengê me li dijî dîwar û sînoran bi qîrîna ‘Em hebûn, em hene û em ê hebin’ dibe yek. Em bi hemû hebûn û kelecaniya xwe li gel we ne. Em vîna we ya di qadan de bi ruhê 8’ê Adarê pîroz dikin. Em bawer dikin ku vîna jinan a 8’ê Adarê wê şer, Rewşa Awarte û dorpêça faşîzmê bi berxwedaniyek girseyî bişkîne û têk bibe.

Ên ku komkujiya jinan rawestînin, dawî li wehşeta îstîsmara zayendî ya zarokan bîne, şerê li Tirkiye, Kurdistan û herêmê belav bûyî bi dawî bike, wê hêza jinan be. Jinên ku bi qîriniya ‘Ev wiha naçe, yan azadî yan azadî’ wê bi cesaret û berxwedanek mezin dê li dijî faşîzmê û desthilatdariyê heqîqê ava bikin.

Niha dilê me bi xwişkên me yên li Efrînê re ye yên ku ji bo rûmeta jinê biparêzin li ber xwe didin. Jinên ku Efrîn ava kirin, niha bi berxwedana serdemê hemû nirxên jinan diparêzin. Bila hemû kes baş zanibe, berxwedaan Efrîn û jinan, berxwedana dîrok û mirovahiyê ye û wê ev berxwedan qezenc bike. Rûmeta niha li Efrînê bilind dibe, li ber ronahiya ala azadiyê, wê dîrokek nû binivîsîne. Ji Efrînê heya Amedê, ji Şengalê heya Stenbolê, li her derê û her rojê, bi heman ruh û dengî em diqîrîn: Tekane rê azadî ye!

Em cardin we bi hemû hes û baweriyan silav dikin û em 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li we hemûyan pîroz dikin. Em karker, karkerên cemawerî û nava malê, xwendekar, gundî, dikandar, Kurd, Tirk, Elewî, Sunnî û hemû cûdahî xwe bi jinan re bikin yek, em ê pêşeroja xwe diyar bikin.

Li ser navê jinên siyasetmedar ên di girtîgehan de: Fîgen Yuksekdag û Sebahat Tûncel.”