Peyama PAJK'ê ya li ser 1'ê Gulanê
Koordînasyona PAJK'ê, 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kir.
Koordînasyona PAJK'ê, 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kir.
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK), bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran peyameke nivîskî weşand û got, "Em 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran, di serî de li Rêber Apo, ku bi keda xwe serdema şoreşeke nû daye destpêkirin, li jinan, ku xwediyên rasteqîn ê kedê ne, li gelan û hemû kedkaran pîroz dikin."
PAJK'ê bi wesîleya rojê, şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn.
MIROV BI KEDÊ BÛ MIROV!
Koordînayona PAJK'ê destnîşan kir, mirov bi keda xwe bûye mirov, bi keda xwe afiriye û mezin bûye û ragihand, mirovahiyê bi keda xwe nirxên madî û manewî afirandiye û li dora van nirxan bi rengekî civakî jiyan e. Koordînasyonê diyar kir, mirov bi vî rengî bi keda xwe mezin bûne û gihîştine serdema heyî.
Koordînasyona PAJK'ê bal kişand ser dijberiya kapîtalîzmê ya li kedê û wiha dewam kir: "Hewldana herî mezin a vê sîstemê, dizîtiya kedê ye ku ji bo parastina hebûna xwe ev yek her tim kiriye. Kapîtalîzm, vê dizekiya xwe mîna nexweşiyeke şewbê li nava civakê belav dike. Ji ber vê yekê, di serdema heyî de mirovahî ji kedê dûr dikevin. Gelek mirov, ji aliyê sextekarî û talankirina kedê ve bûne pispor. Xwegihandina asta herî bilind bêyî ked û hewldanan, bûye xeyaleke erzan a gelek mirovan. Xwesteka bêyî afirandin, hilberîn û kedê, vediguhere çandeke jiyanê."
MIROV ÊDÎ NIKARIN DOZA MAFÊ XWE BIKIN!
Koordînasyona PAJK'ê bibîr xist, şoreş weke tevgerên xwedîderketina li kedê derketine holê û destnîşankir, şoreşger jî parêzvanên herî mezin ê kedê ne.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, hesabpirsîna ji dizên kedê, rastiya jêneveger e û hat gotin, "Rastî, cesareta hesabpirsîna ji neheqiyê ye. Lê belê hewl tê dayîn, ku xwestina mafê xwe bibe rastiyeke lawaz. Mixabin di roja îro de, mirov ji bo bidestxistina mafê xwe xwe nalivîne. Ev yek jî şerma herî mezin a cîhana roja îro ye. Di demên berê de mirovan hê bi wêrekî û rêxistinî doza mafê xwe dikirin."
Koordînasyona PAJK'ê destnîşan kir, ku Gulan ne tenê cejna karkeran e û got, "Nîşaneya daxwaza mafê xwe ye, xwedîderketina li keda xwe ye, rabûna ser piyan e, rabûna li ber dizên kedê ye."
XETA PKK-PAJK'Ê KED DA NASKIRIN
Koordînasyona PJAK'ê ragihand, gelê Kurd û jinên Kurd bi xeta PKK-PAJK'ê, wate û nirxê rasteqîn ê kedê nas kirin û diyar kir, piştî demeke dirêj jin di nava teoriya dayik-ked-nirx de ji nû ve zindî bûn.
Di vê der barê de wiha hate gotin, "Jin yekemcar pê hesiya ku bi keda xwe tê dîtin, keda wê pîroz tê dîtin û bi keda xwe azad dibe. Lewma ji dil ve bi tevgera azadiyê hatin girêdan. Pêwîste dilsoziya jinan a bi Rêber Apo re, ku ji bo wan kedeke mezin nîşan da, bi vî rengî bê nirxandin."
PAJK'ê diyar kir, jinan bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nirxê keda jinê nas kirin.
JI BO ŞOREŞÊ KEDEKE MEZIN DIVÊ
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, gelê Kurd xwe gihandin asta gurrkirina agirê şoreşê û hat gotin, "Ji bo şoreşê kedeke mezin, berdêlên mezin divê. Ya girîng ew e, ku di rêya şoreşê de mirov xwedî dilekî mezin bin ku her tim hesab ji dizekên kedê bipirsin."
Koordînasyona PAJK'ê da zanîn, şoreşgerî herî zêde weke berhema kedkar û karkeran cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girtiye û wiha dewam kir: "Têkoşînên mezin ên sosyalîzm, demokrasî, azadî û wekheviyê her tim bi pêşengiya çîna karker û kedkaran hatine meşandin. PKK'ê jî ne tenê navê xwe ji karker û kedkaran girtiye, di heman demê de cehwer û karaktera xwe jî ji vir girtiye. PKK'ê bi wateya daye karker û kedkariyê re, deriyê kedê li mirovahiyê vekiriye."
Di dawiya daxuyaniyê de bang li kedkaran hate kirin ku bi rêxistiniyeke xurt û bi ruhê şoreşê xwedî li keda xwe derkevin.