Pêvajoya 25'ê Mijdarê destpê kir: Jin li gundê Akarsel li hev kom bûn

TJA'yê endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bi bîr anî û dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Li dijî faşîzm û qirkirina jinê, niha dema azadiyê ye ", di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya liJinê ya Cîhanê de, li gundê Xalikan ê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê serdana gora Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel kir, ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Jinan bi vê serdanê dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kirin.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, parlamenter Fatma Kurtulan, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Şevîn Coşkun, endamên Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, rêxistinên HDP'ê yên Enqere û navçeyan, xizmên Akarsel û gelek jin beşdarî serdana goristanê bûn.

ASTENGIYA POLÎS Û LEŞKERAN

Jinên ku di ketina gund de ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hatin astengkirin, piştî qontrola GBT’ê derbasî gund bûn. Jinên ku çûn goristana ku ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, şalekî binefşî, beybûn û qurnefîlên sor danîn ser gora Akarselê.

Aktîvîsta TJA'yê Derya Arslan di bîranînê de axivî û diyar kir ku Akarsel ji bo heqîqetê têkoşiyaye û destnîşan kir ku ew ê weke şopdarên vê rastiyê têkoşînê bidomînin.

‘EW GULE LI ME HEMÛYAN HATE REŞANDIN’

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku Akarsel jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê û têkoşîna jinê feda kiriye û got, "Li vê cîhana ku jin tên paşguhkirin, ew kesayeta ku bi perspektîfa jinê jiyana nû ava dike bû.  Li Silêmaniyê bi 11 guleyan hat qetilkirin, guleya ku li hevrêya me Nagîhan ket, ne tenê guleya ku li bedena wê ketî bû. Ew gule li têkoşîna jinên Kurd ên ku dijî pergala serdest a mêr li ber xwe didin, hatiye avêtin e. Ev guleyên hêzên serdest ên mêr, neteweperest û şer li ser daxwaza jiyana azad a jinan tên avêtine.”

Başaran got, “Heta ku em jiyanek azad û wekhev ava bikin, li hemû cîhanê bi taybet li Kurdistanê em ê têbikoşin. Em heta îro gelek caran hatin qetilkirin, hatin girtin û rastî tundiyê hatin. Lê me dest ji têkoşîna xwe ya azadiyê berneda, îro jî em soza têkoşîna xwe ya azadiyê careke din dubare dikin."

Jin piştre çûn serdana dayika Akarsel.