Li hemberî êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên çete SMO'yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nerazîbûna li qada navneteweyî dewam dike. Parlamenterê Parlamenta Federal ê ji Partiya Sosyalîst a Swîsreyê û endamê Komîsyona Têkiliyên Derve Fabian Molina, Parlamenterê Parlamenta Federal ê ji Partiya Lîberal-Radîkal Alex Farinelli, Parlamenterê Parlamenta Federal ê ji Yekîtiya Demokratîk a Federal Erich Vontobel, Parlamenterê Parlamenta Federal ê ji Partiya Keskan Balthasar Glaettli û Parlamenterê ji Franksiyona Navendî (Die Mitte) Stefan Muelller-Altermatt bi pêşnûmeya ku pêşkêşî Konseya Federal kirin, bal kişandin ser êrîşan.
Parlamenterên Swîsreyî bal kişandin ser gefên êrîşê yên li ser Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bang li Konseya Federal a Swîsreyê kirin ku li hemberî êrîşan bikeve nava liv û tevgerê.
ÊRÎŞ LI SER GELAN GEF E
Di pêşnûmeyê de hate ragihandin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê metirsiyê dixe ser aramiya herêmê û hate gotin, "Êrîş li hemberî Kurd, Ermen, Suryan, Êzidî, Xiristiyanan metirsiyeke cidî ye."
DIKARE BIBE SEDEM KU DAÎŞ JI NÛ VE BI SER XWE DE BÊ
Di pêşnûmeyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser herêmê şaneyên DAÎŞ'ê ji nû ve xist nava liv û tevgerê û hate gotin, "Bêaramî di heman demê de dikare bibe sedem ku komên tundrew ên mîna DAÎŞ'ê ji nû ve bi ser xwe de bên û bibe sedema tevgereke nû ya penaberiyê. Ji ber kevneşopiya xwe ya alîkariya mirovî û berpirsyariya xwe ya di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de Swîsre berpirsyar e ku bêyî bêalîbûna xwe binpê bike ji bo dawî li vê tundrewiyê bigire bixebite."
DIVÊ KONSEYA FEDERAL BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ
Parlamenteran di pêşnûmeyê de herî dawî ev bang li Konseya Federal a Swîsreyê kirin: "Konsey ji bo parastina hindikahiyên etnîkî û olî yên li Sûriyeyê û dawîanîna li êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo kêmkirina rageşiyê di çarçoveya bêalîbûna xwe de divê amûrên polîtîkaya derve hemûyan bi kar bîne."
Ji pênc partiyên siyasî yên cuda gelek parlamenteran mohra xwe danîn binê pêşnûmeyê ku pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê hate kirin.