KON-MED’ê Cejna Êzî pîroz kir
KON-MED’ê bi daxuyaniyekê Cejna Êzî piroz kir û got: ‘’Civaka Êzidî bi nirxên xwe yên çandî û netewî dikarin li Şengalê bibin xwedî statû.’’
KON-MED’ê bi daxuyaniyekê Cejna Êzî piroz kir û got: ‘’Civaka Êzidî bi nirxên xwe yên çandî û netewî dikarin li Şengalê bibin xwedî statû.’’
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Êzî pîroz kir û di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên li ser civaka Êzidiyan. KON-MED’ê bang li hikûmeta Elmanyayê û civakên navneteweyî kir ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bêdeng nemînin.
Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:
‘’Ji dîrokê heya niha hemû êrîşên ku li ser civaka Êzidî hatine kirin, bi armanca dûrxistina cewhera civaka Êzidî û tunekirina pîroziyên wê hatine kirin. Lê belê tevî hemû êrîşan jî civaka Êzidî zêdetir xwedî li nirxên xwe yên pîroz derketiye. Êzidîtî yek ji bawerî û çanda herî kevnar a Mezopotamya ye. Metirsiya li ser bawerî, hebûna netewî û çanda civaka Êzidiyan hê jî berdewam dike.
Bi hezaran jin û keçên Êzidî ji aliyê çeteyên hov ên DAÎŞ'ê ve hatin revandin û heta niha jî aqûbeta piraniya wan ne diyar e. Şengal jî weke hemû parçeyên Kurdistanê di bin êrîş û gefên dewleta Tirk a nîjadperest de ye. Bi pêşxistina yekitî û rêxistinbûna neteweyî û bi naskirin û avakirina statûya Êzidxanê pêkan e ku civaka Êzidî bi qetlîamên nû yên weke olî û çandî rû bi rû nemînin.
Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn kirin, dagirkerên gelê Kurd hewl didin dîsa gelê Kurd bê par, bê nasname û bê statû bihêlin. Civaka Êzidî bi nirxên xwe yên çandî û netewî dikarin li Şengalê bibin xwedî statû.
Dewleta Tirk a qirker bi hemî qirêjîya xwe êrişî erdnigariya Kurdistanê û hemî deskeftîyên gelê Kurd dike. Gelê me bi xetereyên cidî re rû bi rû ye.
Em weke KON-MED’ê di serî de hikûmeta Elmanyayê bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî yên parastina kêmneteweyan dikin, dikin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên ku li dijî civaka Êzidî li Rojava û li Sûriyeyê pêk tîne, berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.
Em Cejna Êzî li gelê xwe yê Êzidî û li hemû Kurdistaniyan pîroz dikin.’’