Li Ewropayê qetilkirina rojnamevanan hat protestokirin
Kurdistaniyên li welatên Ewropayê dijîn li dijî qetilkirina rojnamevanên Kurd û êrîşên dagirkeriyê daketin qadan û gotin: “Li dijî sûcê şer ê dewleta Tirk derkevin.”
Kurdistaniyên li welatên Ewropayê dijîn li dijî qetilkirina rojnamevanên Kurd û êrîşên dagirkeriyê daketin qadan û gotin: “Li dijî sûcê şer ê dewleta Tirk derkevin.”
Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di encama êrîşa bi SÎHA’yan a dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Kurdistaniyên li welatên Ewropayê dijî qetilkirina rojnamevanan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan.
PARIS
Li banliyoya Sainte-Geneviève-des-Boîs a Parîsê bi meşek girseyî, êrîşên dewleta Tirk a li ser Kobanê û qetilkirina xebatkarên Çapemeniya Azad Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn hate protestokirin.
Meş ji statsyona trenê heta qada bazarê meşiyan. Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Qatîl Erdogan”, “Terorîst Tirkiye”, “Şehîd namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên li ser Kobanê li ser vîn û rûmeta Kurdan e û ev tişt hate gotin: “Kobanê dayika şehîdan e, bîr, bîranîn, muzexane û dilê şehîdên me ye. Werin em li dora Kobanê bibin xeleka berxwedanê. Berxwedana Kobanê wê ji me re deriyê Kurdistana azad veke. Werin em ji bo Kobana azad û Kurdistana azad rabin li ser piyan.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.
KOLN
Li bajarê Koln ê Elmanyayê jî qetilkirina rojnamevan Nazim Deştan û Cîhan Bilgîn bi daxuyaniyekê hate protestokirin. Daxuyanî li ber Dêra Domê hate dayîn. Di daxuyaniyê de girseyê wêneyê rojnamevan Nazim Deştan û Cîhan Bilgîn hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Qatîl Erdogan” berz kirin.
WINTERTHUR
Li navenda bajarê Winterthur ê Swîsreyê jî qetilkirina rojnamevanan hate protestokirin.
Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hatin berzkirin.
LOZAN
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê jî qetilkirina rojnamevanan û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê hate protestokirin. Di çalakiyê de wêneyê rojnamevan Nazim Deştan û Cîhan Bîlgîn hatin hildan.
LIMASOL
Li bajarê Limasol ê Qibrisê, qetilkirina xebatkarên çapemeniya azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn yên ji aliyê dewleta faşîst a Tirk ve hat protestokirin.
Çalakî bi pêşengiya Navenda Çanda Kurdî ya Teofilosê ve li pêşiya Şaredariya Limasolê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Çapemeniya Qibrisê eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê da û belavokên behsa êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê pêk tîne hatin belavkirin.
Di çalakiyê de metna daxuyaniyê ya ji aliyê Meclisa Gelê Kurd a Qibrisê ve bi Îngilîzî hatî nivîsandin hat xwendin. Çalakvanan, hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk bi berzkirina dirûşmeyan nîşan dan.