Li Roma ve Saarbruckenê qetlîam û dagirkerî hat protestokirin
Li bajarên Roma ve Saarbruckenê êrîşên dagirkeriyê û qetlîamên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin.
Li bajarên Roma ve Saarbruckenê êrîşên dagirkeriyê û qetlîamên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin.
Li paytexta Îtalya Romayê li Qada Piazza dell’Indipendenzayê êrîşên dagirkeriyê û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê hatin protestokirin. Çalakî bi pêşengiya UIKI (Ufficio Informazione del Kurdistan in Italia), Komaleya ARARAT û RETE Kurdistanê hat lidarxistin. Gelê Kurd û dostên wan ên Îtalyan beşdarî protestoyê bûn. Di nav beşdaran da gelek akademîsyen, parêzer û rêvebirên sendîkayan û aktîvîst hebûn.
Bi qasî 2 saetan axaftin hatin kirin. Axêveran bal kişand ser sûcên çeteyan ên ku ji aliyê Erdogan ve ji bo hilweşandina demokrasiya Rojavayê hatine şandin. Di protestoya 3 saetî de, axêveran anî ziman ku ew geşedanên li Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopînin û divê her kes li cihê xwe bi îmkanên xwe beşdarî têkoşîna demokrasiyê bibin ku bi pêşengiya jiyan tê parastin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, gelê Kurd û dostên wan ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta faşîst a Tirk ên li ser Rojavayê hatin ba hev. Dirûşmeyên piştgiriya Rojava dikin hatin berzkirin û belavok hatin belavkirin. Her wiha axaftinên bi Elmanî, Kurdî û Tirkî hatin kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê ku dengê gelê Kurd bûn, şermezar dikin.”