Doza 6 Kurdên li Londonê 13 mehan hat taloqkirin
Yekemîn danişîna doza der barê 6 Kurdên ku li Îngilistanê hatibûn binçavkirin û bi şert û merc hatin berdan, hat dîtin. Hat xwestin ku hemû delîl heta 5’ê Çileya 2026’an bên pêşkêşkirin.
Yekemîn danişîna doza der barê 6 Kurdên ku li Îngilistanê hatibûn binçavkirin û bi şert û merc hatin berdan, hat dîtin. Hat xwestin ku hemû delîl heta 5’ê Çileya 2026’an bên pêşkêşkirin.
Yekemîn danişîna doza der barê 6 Kurdên ku 27’ê Mijdarê di operasyona polîsên Londonê yên hemwext a li dijî Navenda Civaka Kurd û aktîvîstên Kurd de pêk hatibû û 14 roj in di bin çavan de hatibûn girtin û bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin li Dadgeha Cezayê Asliye ya Old Balleyê hat dîtin.
Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê Turkan Bûdak a ku bi şert hatibû berdan, aktîvîstê KCD'ê Ercan Akbal, siyasetmedar Alî Poyraz, aktîvîst Egîd K., B.K û Mazlum S. di danişîna yekemîn a doza weke ‘operasyona krîmînalîzekirinê' hat binavkirin, amade bûn.
Aktîvîstên Meclîsa Gel a Kurd, nûnerên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanyayê (DGB) û dostên Kurdan jî beşdarî danişînê bûn.
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan destpê kir û îdianameya der barê 6 Kurdan de hatibû amadekirin hat xwendin. Piştre rojên danişînê hatin diyarkirin.
Di danişînê de biryar hat dayîn ku doz 13 meh şûnde ango di 5'ê Çileya 2026'an de dest pê bike û 12 hefteyan dewam bike. Dadgeh wê daxwaz bike ku hemû delîl di vê rojê de bêne pêşkêş kirin. Dûre tê plankirin ku îdianame heta 18’ê Nîsana 2025’an bê temamkirin û pêşkêşî dadgehê bê kirin. Parêzerên parastinê wê heta 30'ê Gulana 2025'an li dijî îdianameyê parastina xwe bikin. Ev hemû pêvajo wê di 25'ê Hezîranê de dozgerî bersivê bide hemû îfadeyan û bi vî awayî wê biqede. Ger dozgerî di vê pêvajoyê de dev ji îdiayên xwe bernede, danişîna wê bi giştî 12 hefteyan bidome.
Dadger biryar da ku şert û mercên serbestberdana bi şert a çalakvanên Kurd berdewam bike û wiha got: “Ger kesên bersûc der barê rewşa karê xwe de belgeyan bidin, divê serlêdana guhertina şert û mercên xwe yên takekesî bikin.”
PARÊZER HAS: EV DOZ LI DIJÎ AZADIYA ÎFADEYÊ YE
Parêzer Alî Has di nirxandina xwe ya ji ANF'ê re got ku doz bi hincetên zelal ên siyasî hatiye kirin. Parêzer Alî Has anî ziman ku dozgerî bi hinceta "endamtiya rêxistineke qedexekirî" li ser hincetên bê bingeh doz vekiriye û wiha got: “Ew delîlên ku jê re tê gotin bi eslê xwe têkildarî çalakiyên ku li gorî qanûnên navneteweyî yên mafên mirovan hatine parastin, di nav de azadiya civîn, raman, îfade û protestoyê ne. Van çalakiyan weke sûc nîşandan ne tenê serweriya hiqûqê xera dike, lê di heman demê de xetereyek cidî li ser azadiyên demokratîk çêdike. Divê bandora dozên bi vî rengî neyê paşguh kirin, ji ber ku ew azadiyên bingehîn dixe xeterê û baweriya bi pergala dadweriyê ji holê radike.”