Bertekên li dijî qetilkirina xebatkarên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji hêla dewleta Tirk ve hedef hatin girtin, zêde dibin. Kurdistanî li qada Commerce ya bajarê Nantes ê Fransayê li hev civiyan û qetilkirina rojnamevanan şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi zanebûn 2 rojnamevanên ku sûcên li Rojava ji cîhanê re radigihandin hedef hatin girtin û hate destnîşankirin ku dewleta Tirk sûcên li dijî mirovahiyê û çapemeniya Azad a ku rastiyê dişopîne didomîne.
Kurdistaniyan bertek nîşanî bêdengiya raya giştî ya Ewropayê ya li hemberî sûcên dewleta Tirk dan û diyar kirin ku qetilkirina rojnamevanan tê wateya qetilkirina demokrasî û azadiyê.