Hevseroka Şaxê Amedê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Ozum Vûrgûn 'darizandina' jinan a di nava sala dawî de, ji ANF'ê re nirxand.
Parêzer Vûrgûn diyar kir ku Tirkiye bi vekişîna ji Peymana Stenbolê re nîşan da ku wê ji niha û pê ve li hemberî jinan stratejiyeke çawa bişopîne û destnîşan kir ku ev stratejî bi temamî li dijî jinan bi rengê dijminatiyê û ji bo tunekirina jinan hatiye avakirin.
Parêzer Vûrgûn anî ziman ku li dijî jinên Kurd hiqûqeke cuda ya dijminatiyê tê meşandin û wiha dewam kir, "Bêguman li dijî jinên Tirkiyeyê jî êriş hene, lê belê li hemberî jinên Kurdistanî polîtîkayeke taybet û cuda ya şer tê meşandin. Mirov vê polîtîkayê di darizandinan de jî dibînin. Mînak li aktîvîstên TJA'yê li Zelal Bîlgîn 10 sal, li Ayşe Gokkan 30 sal ceza hate birîn. Her wiha li parêzer Rûşen Seydaoglû 6 sal, li Şaziye Cantepe û gelek aktîvîstên jin ên Kurd ceza hatin birîn. Ev şerê sar û taybet li qada dadgeriyê jî bi mejiyê mêr tê meşandin. Ev polîtîkayên şerê taybet ku ji salên 1990'î ve li ser kar in îro bi asteke cuda hîn jî li Kurdistanê dewam dikin."
Parêzer Vûrgûn diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet ên ji bo tunekirina têkoşîn û zîhniyeta jinê, di şexsê kiryar Mûsa Orhan û Onûr Gencer de tên meşandin û got, "Ev kiryar wezîfedarên cemaweriyê bûn. Bi unîformayên xwe mirov kuştin. Ji salên 1990'î ve bi vê unîformayê tundî dewam dike. Li Kurdistanê tudî êdî bi eşkere tê kirin. Zayendên me yên ku ji bo pêşî li van êrişan bigirin têdikoşin, dibin hedefa êrişa mekanîzmayên dadgeriyê. Lewma jî divê em statuya destûra bingehînî ya jinên Kurd nîqaş bikin. Beriya ku bê pirsîn bê çima ewqas sal ceza li aktîvîstên jin tê birîn, divê were pirsîn bê çima tên darizandin. Ji ber ku di bingeha êrişan hemûyan de armanca tengavkirina jinan û kuştina jinan heye."
'EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN'
Parêzer Vûrgûn destnîşan kir ku komkujî û qirkirina jinê ber bi pêvajoyeke cuda ve diçe û got, "Li dijî jinên Kurdistanî jî hiqûqa dijminatiyê tê bikaranîn."
Hevserok Ozum Vûrgûn anî ziman ku wê li ber êrişên sîstemê yên li dijî jinan rabin û got, "Berxwedan û şoreşa jinê her tim xurt e. Bi komkujî û zordariyê wê nikaribin bi me. Em ê ti carî dest ji destketiyên xwe bernedin."