Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) ji bo Endama Konseya Leşkerî YJA Starê û HPG’ê Sureyya Aslan (Rojîn Gewda) ku 4’ê cotmehê de li Colemêrgê jiyana xwe ji dest da peyamek weşand. PAJK’ê wiha got: “Hevala Rojîn di şer de gelek caran birîndar bûye û ligel vê di eniya pêş ya têkoşîna me de cih girtiye û di vê israra xwe de bûye fermandara pêşeng a pêvajoyê.”
Koordîsyona PAJK’ê di peyama xwe ya nivîskî de da zanîn ku dê têkoşîna Rojîn Gewda ya ku dixwest bi têkoşîna rumetê bigihêje jiyana azad dê di her demê zêdetir bilind bikin.”
PAJK’ê daxuyaniya xwe wiha berdewam kir: “Têkoşîna me ya azadiyê, ji bo azadiya Rêber Apo û bidestxitina statuya azadiya gelê kurd di asta stratejiya şerê gel ya şoreşger a pêvajoya 4’emîn li Kurdistanê têkoşîneke bi heybet dimeşîne.”
Daxuyaniya PAJK’ê wiha berdewam kir: “Gerîlayên me yên azadiyê îsal zêdetir operasyonên şoreşgerî pêş xistine û bi taybetî jî li qadên me yên Botan û Zagrosê didome. di operasyona Geliyê Doskî operasyona şoreşgerî pêk hat û di 4’ê cotmehê de endama Konseya YJA Star û endama Meclîsa PAJK’ê Rojîn Gewda şehîd bûye.
PAJK’ê got; “Heval Rojîn Gewda bi sekna xwe ya jiyanê ya di têkoşîna xwe ya 20 salan de û bi ruhê fedayî xeta berxwedan û azadiyê ya Rêbertiya me ji kûr ve fêm kiriye. Bi daxwaza ku bi serokatiya me re bibe heval bûye fedayî û şoreşgera xetê. Heval Rojîn ligel ku gelek caran birîndar bû jî di eniya herî pêş ya têkoşînê de cih girt û bû fermandara pêşeng a pêvajoyê. Heval Rojîn bi sekn, îdia, biryar û baweriya xwe bi şêwaz û uslub xwe hezkirina xwe nîşanî hevalên xwe dida. Bi bawerî û dilsoziyeke mezin têkoşîna azadiya jinê bi serkeftî dimeşand. Mîlîtaneke serkeftî bû. Li ser vî esasî em soz didin gelê xwe ku em dê di serî de li ya heval Rojîn û hemû têkoşîna şehîdan derkevin.”