PAJK: Rêber Apo komploya pergala dewletparêz bin xistiye

PAJK: Rêber Apo komploya pergala dewletparêz bin xistiye

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku di 14’emîn salvegera komployê de, hêzên komploger hê jî li serkar in. PAJK’ê da zanîn ku îro tişta ku li Îmraliyê diqewime şerekî pergalî ye û pergala desthilatdar a dewletparêz di kesayeta Rêber Apo de dixwaze pergala azadîxwaz a demokratîk a gelan teslîm wergire.

Di daxuyaniya PAJK’ê de di wiha hate gotin: “Êrîşên pergalê ku dixwaze têkoşîna azadiya me di milê bîrdozî, siyasî, civakî, rêxistinî û leşkerî de tûne bike, bi tecrîda giran ya li ser Serokatiya me ku salek derbas kiriye, awayeke nû girtiye. Li hemberî têkoşînê me ya bi biryar ku em di esasa avakirina xweseriya demokratîk û şerê gel ê şoreşgerî de dimeşînin, êrîşên ku kûrtir bûne, di bingeh de polîtîkaya qirkirinê ne. Li hemberî van êrîşên topyekûn, em jî bi rojane bilindkirina rik, kîn û têkoşîna xwe pêdiviya bûyîna zarokên birûmet yê vî gelî û dîrokê dibînin. Di serî de Serokatiya me, hêzên me yên gêrîla çawa li Şemzînan, Çelê, Çewlikê û herêmên din ên Kurdistanê bi fedayî têdikoşin. Gelê me li hember komkujiyan bi taybet li hemberî komkujiya Roboskê berxwedaneke bêhempa pêşdixin. Nîşan dane ku em ê tu car radestbûnê qebûl nekin û heya misogerkirina azadî û hebûna xwe berxwedana xwe berdewam bikin.”

KOMPLO VALA DERXISTI

PAJK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de diyar kir ku pergala netew -dewletparêz ku pêşengiya wê Îsraîl û DYA dike, tecrîd û komployê li ser Serokatî û gelê me wek şêwazeke tinekirin û kuştinê ferz dike.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Rêber Apo, partiya me PKK û PAJK’ê bi têkoşîna azadî û sosyalîzma demokratîk re, gelê me yê ku mahkûmê bêstatûbûn û bênasnamebûnê hatibû kirin, kir xwedî nasname. Bi vê re jî komploya modernîteyê ya 200 salî, dewletparêziya komploger ya 5 hezar salî, vala derxistiye. Li hember komployên ku heya roja îro jî berdewam dikin, pirsgirêka hebûn û azadiyê di nava statûya gelên demokratîk de, bi pêşîdayîna Yekîtiya Rojhilata Navîn ya Demokratîk wê çareser bike. Komploya 9’ê Cotmehê di encama polîtîkayên navnetewî ya ji bo girêka kor a li Rojhilata Navîn neyê çareserkirin û ji bo vê jî gelê Kurd her di nava şerekê de rabigire, hate pêşxistin. Lê belê Rêber Apo ev lîstik vala derxist. Têkoşîna azadiyê ku li Kurdistanê pêşketiye jî, li gelên Rojhilata Navîn bandor kiriye, ji serhildana gelên Erep re rê nîşan daye. Ev bandor jî pergala desthilatdar ditirsîne. Armanca sereke ya girankirina tecrîdê ew e ku di kesayeta gelê Kurdistanê de, rêya azadiyê ya gelan bixetimînin. Bi qasî ku Rêber Apo, polîtîka û bîrdoziyên modernîteyê yên olperest, netewperest, zayendparêz, zanistperwer ku gelan bi hev didin şerkirin, teşhîr dike, ewqas jî li beramberî wî êrîş zêdetir dibin. Ji hêla Serokatiya me ve Modernîteya demokratîk, wek pergala azadiyê ya gel û jinan di serî de ji bo Rojhilata Navîn û ji bo hemû mirovatiyê, wek modeleke çareseriyê hatiye pêşkêşkirin.”

ÇARESERIYA NETEWA DEMOKRATÎ PÊŞ XIST

PAJK’ê destnîşan kir ku Rêber Apo bi vê modela çareseriyê re, nîşan daye ku ew polîtîkayên pergalê yên ku nakokiyan kûr dike û wiha jî ji xwe re zemînê mudaxeleyê amade dike, kevneşopiya komployê ne û wiha hate gotin: “Bi teşhîrkirina polîtîkayên qirkirinê ku li ser civak û çanda civakî pêş dikevin, çareseriya natewa demokratîk pêş xistiye. Ji bo hemû mirovahiyê ku ji azadiyê bêpar û bêyî henase hatiye hiştin, di nav pergalekî demokratîk de hilbijêrka jiyana azad wergerandiye alternatifekê û ew jiyanî kiriye. Li hemberî bênasnamebûyîna Rojhilata Navîn ku nifrîn bûye û ji haqîqeta xwe hatiye dûrxistin; ronesansa Rojhilata Navîn, exlaqa baş, polîtîkaya rast, jiyana azad, kesayeta çalekger û rêxistinbûyî û heqîqeta civakê di sosyalîzma Serokatiyê de tê temsîlkirin. Tişta ku dixwazin di serokatî de radest bigrin: Ramana azad, ruh û nasnameya civakê ya berxwedêr e. Ev heqîqeta ku bi têkoşînekî xurt teşe wergirtiye; jin û civaka Kurdistanê ronî kiriye û Rojhilata Navînê jî ronak dike.”

TÊKOŞÎN DÊ BIDOME

PAJK’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Ji bo ku di sala 2012’an de damarên berxwedanê jê bikin, li hemberî Serokatiya me, gel û tevgera me bi her awayî tecrîd, îşkence, kuştin, operasyon û girtin hate pêşxistin. Lê belê ew bixwe jî niha mukir hatin ku nekarîn me wek gel û bizava azadiyê binbixin û têkoşîn û berxwedana me bi mezinbûyînê re dewam dike. Em rexnedayina rêhevaltiya kêm, bi xurtkirina têkoşîna azadiya Rêbert Apo û jiyana azad didin û em ê bidin. Valaderxistina hemû komployên ku xwe dispêrin zor û derewa pergala desthilatdar ya zilam, hinceta me ya jiyan û têkoşînê ye.

Em di serî de li hember şehîdên ku li dijî komploya 9’ê Cotmehê helqeya azadiyê ji agir vêxistin şehîdên ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike!’ bi tevahî hemû şehîdên me yên fedayî ku êrîşên pergala komploger vala derxistin, bejna xwe bi rêzdarî ditewînin. Em ê di rêya têkoşîn û jiyana ku wan ronî kirine de bimeşin û biser bikevin. Bijî Rêber APO! Bimire her cure hîşmendiya Komploger ! Jiyan an wê bi serokatî re azad be, an jî wê qet nebe!