PAJK: Jin divê li dijî sîstema serwer a mêr dakevin qadan

Koordînasyona PAJK’ê: Bang li hemû jinana dikin ku bi ruhê berxwedana Efrînê li dijî sîstema serwer a mêr dakevin qadan, rabin serhildanê û serî rakin, weke PJAK soza ku her rojê di pêşengtiya jinê de bê kirin didin.

Koordînasyona PJAK’ê ya ku daxuyaniyek nivîskî da, destnîşan kir ku 8’ê Adarê roja israra têkoşînê ya li dijî bêheqî û bêedaletiya li ser jinê tê ferzkirin, roja bi zanistîbûna hestê azad, vê zanîstê bi kedê bistire, roja biryardariya tacîdarkirina vê rojê ye.

PJAK’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyaniyek da û got: “Em vê rojê di serî de li Rêberê Apo yê ku di her şert û mercê de hevrêtî ji bo me kirî û ruhê berxwedaniyê bi me dayî qezençkirin, pîroz dikin û hemû hevrêyên xwe yên şehîd ku hemû rojan di pêşengtiya jinê de derbas kirine bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Dîsa li hemû jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin, bi taybet jinên li Efrînê li ber xwe didin, hemû jinên xeta têkoşînê Rozayan, Clarayan dişopînin û hemû jinên enternasyonalîst pîroz dikin. Em 8’ê Adarê diyarî dayikên ku di nava her şert û mercên giran ên li dijî êrîşên hov ên dewleta Tirk a li Efrînê bi milîtanî li ber xwe didin, dikin. Em ruhê têkoşîna wan bi minet û şukran pîroz û silav dikin.

8’ê Adarê, roja israra têkoşînê ya li dijî bêheqî û bêedaletiya li ser jinê tê ferzkirin, roja bi zanistîbûna hestê azad, vê zanîstê bi kedê bistire, roja biryardariya tacîdarkirina vê rojê ye.

Derba herî xedar a li vê sîstema qirker û dijmên jinan ji aliyê Rêber Apo ve bi pêşxistina tevgera jinê ve hatiye xistin.Tevgera jinê ya ku bi vê pêşketinê ve bû xwedî vîn, hêz û erka xweparastinê, bûye xwedî hêzekî têkoşer. Dîroka mêtîngeriyê vegûherand, ji nû ve dîroka xwe nivîsî, rastiya jinê ya nû pêşxist. Ji nû ve zanist, îrade, vîn û hizra xwe ava kir, li her qadê li dijî hêzên serwer bûye xwedî alternatîf. Bi vê yekê Rêber Apo bûye pêşeng û mîmarê têkoşîna azadiya jina Kurd. Bi vê yekê îmzeya xwe li binê “Çima roje bê dayîna jinê, çima hemû roj bi rengê jinê û pêşengtiya jinê nebe” daye. Ev yek ji Sarayan heta Bêrîvanan, Semayan, Arîn Mîrkayan, Jin Rojhilatan û herî dawî Vîyan Sorana ku li Efrînê şehîd bûyî hemû şehîdên me bûne rûh û temsîla berxwedana jinan. Bi gotina Rêber Apo ya “Em ê çanda xudawendiyê şîn bikin” ji ber naskirina hêza jinê û ji ber ku hêza jinê dîtibû.

Bi vê boneyê em bang li hemû jinan dikin ku têkoşînê bilind bikin û bi hev re jiyana azad ava bikin. Em netirsa ji desthilata serwer a mêr ji dayikên xwe yên li Efrînê, jinên ciwan ên li çiyayê azad agirê azadiyê pêxistine, hevrêyên xwe yên jin ên li zindana bi vîna xwe ya tazî li ber xwe didin û bi hezaran mînakên weke van dizanin. Bi sirûda ji derveyî windakirina zincîrê xwe tiştek din me nîne, ji bo îro jî sirûdeke derbasdar e.

Hemû çalakiyên jinan ên li dijî zext, êşkence, zilm û qetlaman, her qadê vedigerinin serhildanê silav dikin. Carekî din 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinan, dayikan ji ber berxwedan û qehremaniya îro li qadan û çeperan dikin pîroz dikin. Bang li hemû jinana dikin ku bi ruhê berxwedana Efrînê li dijî sîstema serwer a mêr dakevin qadan û rabin serhildanê û serî rakin, weke PJAK soza ku her rojê di pêşengtiya jinê de bê kirin didin.”