PAJK’ê: Em li dora berxwedana dîrokî bibin xeleq

Komîteya Zindanê ya PAJK’ê bang kir ku divê her kes li dora berxwedana dîrokî bibe xeleq û têkoşînê geş bikin.

Komîteya Zindanê ya PAJK’ê derbarê grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Komîteya Zindanê ya PAJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Têkoşîna me ya hebûnê ya li dijî faşîzmê ya ku em çil sal in didome hatiye asteke gerdûnî û bûye têkoşîna parastina rûmeta mirovayetiyê. Projeya Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk a ku Rêbertiya me bi pêş xistiye, hêzên modernîteya kapîtalîst tirsandiye. Bi tecrîda li ser Rêbertiya me re, hewl tê dayîn ku hêvî û îradeya gelan were desteserkirin. Wekî ku tê zanîn azweriya azadiyê ya ku Rêbertiya me di dilê mirovayetiyê de çandiye îro di dilê gelên Ereb, Suryan û gelên din de hêşîn dibe. Ji ber vê jî hêzên li dijî azadiyê bi komploya navneteweyî re Rêbertiya me û nirxên ku wî ava kirine, ji xwe re kirine hedef. Dagirkeriya Efrînê, êrîşên li ser Rojava, Mexmûr û Şengalê, biryara DYE’yê ya li dijî sê pêşengên tevgera azadiyê û girtina parlementerên HDP’ê berdewamiya komployên hêzên navneteweyî ne.

20 sal in Rêbertiya me li dijî tecrîda herî giran li hemberî hêzên komploger li ber xwe dide û hewl dide rola xwe ya dîrokî bi cih bîne. Tenê Rêbertiya me dikare hesabên vî şerî qirêj têk bibe. Îroj li zindanan girtiyên PKK û PAJK’ê diyar dikin ku ew li hemberî êrîşan bêdeng namînin û bedena xwe didin ber mirinê.

Ji ber vê jî divê daxwaza Leyla Guven baş were fêmkirin. Çalakiya ku Leyla Guven daye destpêkirin, çalakiya hilweşandina tecrîda li ser Rêbertiya me ye. Ev çalakiyeke dîrokî ye.

Biryara mezin a ku 30 girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine, bandora berxwedana Rêbertiya me ya li zindanan e. Di heman demê de grevên birçîbûnê yên li Kurdistan û Ewropayê diyar dike ku tecrîda li ser Rêbertiya me tu carî nayê qebûlkirin.

Li ser vî esasî em hemû berxwedêrên zindanan silav dikin ên ku li dora Rêbertiya me bûne xeleq û bang li hemû aliyên demokrat dikin ku li dora vê berxwedana dîrokî bila dengê xwe bilind bikin û têkoşînê geş bikin.”