Koordînasiyona PAJK’ ê bi wesîleya 21’emîn salvegera şehadeta fermandar Berîtan ( Gulnaz Karataş), Çîçek, Rozerîn , Rûken , Rêvan û Rojîn daxuyaniyek nivkî dan û di daxuyaniyê de berxwedana ku di zindanan de dest pê kiriye silav kirin. PAJK’ê da zanîn ku ew bejna xwe li hember hemû şehîdên azadiyê ditewînin û wan bi minetdarî bi bîr tînin.
Koordînasyona PAJK’ê di daxuyaniya ku da de wiha got: “20 sal li hember êrîşên dijwar ên ku ji hêla dewleta Tirk û hêzên paşverû ên Kurd, ku di xwestin tevgera azadî bi fetisînin û teslim wergirin, heval Berîtan heta fîşeka xwe a dawî li berxwedaye. Ji bo ku nirxên jiyana azad bi parêze, xwe ji serê zinaran avêtiye û tevî kerwanên şehîdan bûye. Heval Berîtan xwedî zanestityeke dîrokî bû , lewma jî di sekna xwe da , heta dawî welat parêz, binirxên gel ve girêdayî,di terzê tekoşîna xwe de radîkal û azadî xwaz bû . Tevî ku şervana salekê bû ,lê di demek kin de bi raman û fikra Rêber APO’ re bûye ye. Hem di şer de , hem di jiyanê de bû fermandar û pêşeng.”
BI ÇALAKIYA WÊ RE XIYANET Û PAŞVERUTIYÊ ÎFLAS KIRIYE
Di berdewamiyê de wiha hat gotin: “ Fermandar Berîtan bi jiyan û çalakiya xwe hişt ku bi hezaran keçên Kurd tevî tekoşînê bibin û artêşbûna jinê bê avakirin. Cesareta wê , rêhevaltiya wê, girêdana wê ya bi gel, rêbertî û şehîdan re ji bo her gerîlayekî bû ye xeta jiyana azad. Wê bi çalakiya xwe tirsekî mezin xistiye dilê dijmin û Kurdên xayin û rê li pêşiya civakbûna nû, a ku xwe li ser azadiya jin û netewa demokratîk avadike vekir ye . Bi çalakiya heval Berîtan re xiyanet,paşverûtî û hemû rengên kevneşopiyê iflas kiriye. Kesayeta Kurdê azad, jina azad û netewa demokratîk zayineke nû jiyaye.
Di roja îro de herî zêde li ser yekîtiya gelê Kurd lîstik hene . Çalakiya heval Berîtan ji bo ku tu siyasetmedar û tu tevgerên Kurd careke din nekevin gefeltê û nirxên netewî nekin Qurbana berjewendiyên take kesî peyamekî ku di vê tu car nayê ji bîr kirin e. Lewma jî ji her demê bêtir pêwîstî bi siyasetekî netewî a şefaf, demokratîk û serbixwe heye.”
PAJK’ê da zanîn ku ji bo gelê Kurd bê maf bimîne û ji pêşketinên heyî sûd wernegire , îro jî li ser rêbertiyê û tevgera me şerekî qirêj tê birêvebirin û wiha got: “ Lê çawa ku berî 20 salan heval Berîtan û bi hezaran mîlîtanên azadiyê li berxwe dan û xwe kirin sîper . Îro jî bi vê xetê ve girêdayî bi hezaran gerîla û bi hezaran berxwedêrên zindanê şopdariya vê xeta tekoşînê dikin. Divê dost û dijminê me bizanin ku xeta qehremantî ya heval Berîtan û şopdarê wê, îro rehê xwe berdaye her derê Kurdistan û tu hêz nikare vîna gelême bibinbixîne . Fermandar Berîtan îro serkêşiya artêşekî fedayine dike û heta azadiya rêber APO’misoger nebe ev artêş wê berdewam di nava çalakiyê de be.
HER KES DIVÊ XWEDÎ LI VÊ BERXWEDANÊ DERKEVE
Di dawî de bi wesîla vê roja pîroz ,banga ji bo gelê me we ku di serî de jin , ciwan û her Kurdekî xwedî rûmet divê bi ruhî Berîtanan li berxwedana gerîla û zinadanan xwedî derkevin û pêla serhildanê bilindbikin. Roj roja çalakî û tekoşînê ye, roj roja li rûmetên xwe xwedî dektinê ye . Dîsa banga me ji bo hemû raya giştî a demokrat û aştîxwaz ewe ku li hember faşîzma AKP’ ê herkes dengê xwe bi dengê hevalên zindana re bikin yek û têkevin nava çalakiyê.”