PAJK: Divê bi giyanê seferberiyê xwedî li Efrînê were derketin

Koordînasyona PAJK’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Divê gelên me yên li her çar parçeyên Kurdistanê bi giyanê seferberiyê xwedî li Efrînê derkevin.”

Koordînasyona PAJK’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê diyar dike ku feraseta faşîst a Komara Tirkiyeyê/AKP’ê xwe li ser dijminatiya Kurdan ava dike. AKP dixwaze polîtîkaya xwe ya hilweşandinê bi Efrînê re bidomîne. Armanca wan ev e ku hemû Kurdan tune bikin. Divê raya cîhanê û gelê me li hemberî vê faşîzm û wehşetê bêdeng nemîne.

Gelê Kurd li hemberî êrîşan dikare xwe biparêze û ji tu dewletên din rica nake ku, werin wan biparêzin. Tirkiyeyê diyar kiriye ku ew ji bo êrîşên li dijî Efrîn û Rojava dikare her cure tawîzan bide. Tirkiyeyê bi Rûsyayê re tifaqeke qirêj ava kiriye. Gelê Kurd vê polîtîkaya komployê ya Rûsan ji Berxwedana Mehabad û komploya li ser Rêbertiya me dizane. Lê li hemberî vî tiştî ew ê berxwedana gelan êrîşan bişkîne û dagirkeran têk bibe.

Me bi serfiraziya Kobanê dest bi şoreşa Rojava kir û em ê bi serfiraziya Efrînê fînalê bikin. Li ser vî esasî em berxwedana YPG/YPJ’ê silav dikin. Em bang li gelê xwe yên li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku bi giyanê seferberiyê xwedî li Efrînê derkevin.”