Operasyonên qirkirina siyasî: Çetîn a TJA’yî hate destgîkirin

Endama Desteya Rêbeberiya Xwecihî ya Demokratîk Rojbîn Çetîn di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hate destgîrkirin.

Di çarçveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ku li hemberî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daye destpêkirin, endama Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk û Tevgera Jinên Azad Rojbîn Çetîn hate destgîrkirin.

Polîsan  di saetên şev de avêtin ser mala wê ya li Amedê û Çetîn a destgîrkirin, birin Midûryeta Emniyetê.

Li mala Çetîn di lêgerîna demek dirêj hate kirin gelek tişt serûbino hatin kirin, li gel Çetîn hejmara kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatin destgîrkirin bû 44.