‘Ocalan mamosteyê aştî û evînê ye’

‘Ocalan mamosteyê aştî û evînê ye’

Li ser navê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Velîde Botîn, di axaftina xwe ya li 1. Konferansa Jinên Rojhilata Navîn de got, "Ocalan mamosteyê aştî û evînê ye. Ji bo azadiya jinê, em piştgiriyê didin banga Ocalan û azadiya wî dixwazin."

1. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn a bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" ji aliyê DOKH'ê ve tê organîzekirin û yadî sê siyasetmedarên jin ên li Parîsê hatin kuştin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat kirin, di roja duyemîn de li The Green Park Otel a li Amedê di roja sêyemînde dewam dike.  

Di roja sêyemîn û dawî ya konferansê de, bi moderatoriya aktîvîsta DOKH'ê Ceylan Bagriyanik û endama Meclîsa Jinan a HDK'ê Ceylan Bagriyanik, aktîvîsta DOKH'ê Yûrdûsev Ozsokmenler, mijara "Li Rojhilata Navîn, pirsgirêkên hevpar ên têkoşînên jinan û çareseriya wan" tê nîqaşkirin û beşdaran ezmûn û pêşniyarên xwe parve dikin.

Li ser navê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Velîde Botîn axaftina destpêkê ya rojê kir. Botîn diyar kir ku di bûyerên li Tûnis, Misir û Lîbyayê de jin derketine pêş û bal kişand ser rewşa li Sûriyê û got, "Me ji roja destpêkê ve li gel miletê xwe cih girtin. Û di serketina me de jin hene. Em li her qadê xebatên xwe dewam dikin. Divê rêjeya temsîlkariya jinan ne kêmî ji sedî 40 be. Em li dijî zilmê ne û çi dibe bila bibe, emê têbikoşin. Em li Rojavayê Kurdistanê di nava Meclîsa Gel de ne. Emê bi hêza jin û ciwanan bigihêjin demokrasiyê."

Botîn her weha pêşniyar kir, ku roja kuştina Sakîne Cansiz weke roja rizgariya jinê were îlankirin û mafê parastina rewa ya jinê were têkûzkirin.  Botîn herî dawî got, "Ocalan mamosteyê aştî û evînê ye. Ji bo jin azadiya xwe bi dest bixe, em piştgiriyê didin banga Ocalan û azadiya wî dixwazin."

Ji Tirkiyê li ser navê Partiya Kedê Sema Barbaros jî encamên civînên xwe yên bi jinên karker re parve kir. Barbaros jiyana jinên Kurd ên bi zexta dewletê re rû bi rû ne, rave kir. Barbaros da xuyakirin, ku dewleta Tirk hewl dide mafên kedkar û karkeran binpê bike û pirsgirêka Kurd jî hewl dide bieciqîne.


"LI ELMANYAYÊ HEBÛNA LEZBIYEN Û SIRGUNÊ, BI QASÎ PIRSGIRÊKA KURD ZOR E"

Beşdara konferansê ya ji Îranê Shadî Amîn jî diyar kir ku ew di nava tevna lezbiyen û transeksuel de kar dike û ji ber di 2 rojên konferansê de qet li ser mijara hevzayendan axaftin nehatiye kirin bi gotina "We çawa xuşk û birayên xwe yên hevzayend ji bîr kirin?" rexne kir.

Amîn bi rêya hestên xwe, ezmûnên xwe parve kir û got, "Min li axaftinên we guhdarî kir. Min hewl da tiştê hûn dixwazin bikin, fêm bikim. Gelo tenê jib o emperyalîzm, ji bo demokrasiyê? Ez jineke di nava civaka Îranê de weke lezbiyen û li Elmanyayê jî weke mexdûreke sirgunê dijîm. Bûyîna jinên Kurd zor e. Lê li Elmanyayê bûyîna sirgunkar û lezbiyen, ewçend zor e."

Amîn da xuyakirin ku ew li konferansa jinê bi hîsa "nehatime fêmkirin" ketiye û got, "Dizanim, ku em li axa xwe nayên dîtin. Lê hûn jin bi xwe yên li dijî pergala bavikkalaniyê têdikoşin, me nabînin. Ev jî tiştekî gelekî cûda ye." Amîn bi bîranîna Şîrin Elemhûlî ya berî sê salan li Îranê hat darvekirin, axaftina xwe dewam kir û bibîr xist ku li Îranê hemzayendî bi cezayê darvekirin û recmê tê cezakirin. Amîn nêzîkatiyên homofobîk ên li dijî kesên Trans rexne kir û bal kişand ser dijwariya li Îranê li dijî lezbiyenan tê kirin. Amîn destnîşan kir, ku ev dijwarî jî di bin navê ol û çandê de tê kirin."

LI PAKÎSTANÊ RÊJEYA JINÊN XWENDE JI SEDÎ 36 E

Ji Pakîstanê Şehnaz Îkbal jî bal kişand ser bandora pergala bavikkalaniyê li ser jinên Pakîstanê û got, "Li Pakîstanê rêjeya jinên xwende ji sedî 36 e. Jin li dijwariyê rast tên. Ji bo sererastkirina rewşa jinê gelek guhertin, reformên civakî hatin kirin. Pêvajoya rizgariyê ya Pakîstanê, ji pêvajoya rizgariya welatê din gelekî ne cûda ye. Lê mafê xwe yê hilbijartin û hilbijêrînê, me piştî demeke dirêj karîbû wergirta."

"ZEXTA ZAYENDÎ YA LI DIJÎ JINÊ, PÊŞÎ LI JINÊ DIGIRE"

Soraya Fallah a ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî konferansê bû, di kesayetiya 3 jinên Kurd ên li Parîsê hat kuştin de bi silavkirina hemû jinên di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest bi axaftina xwe kir. Fallah diyar kir ku di guhertinên li Rojhilata Navîn de rola pêşengiya jinê di nava siyasetê de diyarker e û got, "Jin li her devera lê dijî tevlî siyasetê dibin. Li pêşiya jinên Kurd hin astengî hene ku tevlî saziyan bibin û siyasetê bimeşînin. Tevgera azadiya jinê ya Kurd, pêşhuqmên li pêşiya tevlêbûna siyasetê ya jinan asteng e dişkîne û di vî warî de xebatan dimeşîne."

Fallah ragihand ku ji ber zexta zayendî ya li dijî jinê, jin nekarî bi awayekî çalak di nava siyasetê de cihê xwe bigirin û got, "Li Rojhilatê Kurdistanê, jin di karên siyasî de li pişt zilaman cih digire. Divê êdî ev rewş bê guhertin. Em li pişt zilaman naxwebitin. Bi taybetî li Merîwanê êdî mêr li dû me dixebitin."

Aktîvîsta Îranî Sûssan Tahmasebî jî bal kişand ser zewacên bi temenê biçûk û rêjay jidayikbûnê ya li Îranê û "Jiyana bi hev re, vîzyona pêşerojê ye. Û divê em di vî warî de alternatîfên pozîtîf pêşkêş bikin."

Ji Bakurê Kurdistanê Yuksel Avşar jî bi awayekî mîtolojîk nêzî jin û pirsgirêka jinê bû. Avşar da xuyakirin ku cûdahiyek jinên Kurd ji jinên din heye û got, "Hemû jinên hatine vê derê, xwedî cih û nasnameyekê ne. Ê me jinên Kurd, ne xwedî cih û ne jî xwedî nasnameyê ne."

Avşar diyar kir ku divê di destûra bingehîn a nû de maf, ziman û nasnameya gelê Kurd bê ewlekirin û axa Kurdistanê jî ne weke navên mîna Anatolî hwd. bi navê Kurdistanê bê qebûlkirin.

1. Konferansa Jinên Rojhilata Navîn a li Amedê, bi parvekirina ezmûnên têkoşînên jinan, dewam dike.