Nûrhayat Altûn nehate berdan

Heyeta dadgehê ya ji ber sedema semînerê doza di derbarê Hevşaredar Dersimê Nûrhayat Altûn de hatibû vekirin demek kurt bi rêvebir, biryara domandina girtinê da.

3’emîn rûniştina doza di derbarê Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn a ji erkê hate girtin û li şûna wê qeyûm hate wezîfedarkirin ku ji bê 22 sal cezayê girtîgehê tê xwestin hate vekirin, li dadgeha Cezayê Giran a Dersimê hate destpêkirin. Altûn a ji 16’ê Mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa T a No 2 a Kandirayê tê girtin, bi rêya SEGBÎS’ê tevlî dozê bû.

Lê ji ber semînera ku wê li Edliyeya Xarpêtê ji bo dadgeran bê dayîn rûniştin 5 deqan dom kir.

Heyeta Dadgehê, bi sedema ‘berfirehkirina lêkolînê’ rûniştin taloqî 7’ê Sibatê kir. Heyeta dadgeha ya ku daxwaza berdanê ya parêzeran red kir, biyara domandina girtina Altûn da.