Nurhaq: 8'ê Adarê têkoşîna li hember dagirkeriyê ye

Endama Meclîsa PAJK'ê Berfîn Nurhaq 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: "Tekoşîna herî mezin Rêber Apo li hemberî şideta li dijî jinan daye."

Endama Meclîsa PAJK’ê Berfîn Nurhaq bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê axivî. Nurhaq di serî de bal kişand ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan û wiha domand: "Bîst sal berê Rêber Apo bi kedek mezin îdeolojiya rizgariya jin afirand. Têkoşîna herî mezin Rêber Apo li hemberî şideta li dijî jinê daye. Bi vê wesîlê cejna 8’ê Adarê li Rêbertiyê pîroz dikim."

Nurhaq ji bo kesayetên pêşengî ji tevgera jinên Kurd re kirî û seyîra jiyana jinê dane guhertin jî got: "Di kesayeta heval Zîlan, Sema û Bêrîvan de hemû şehîdên me bi bîr tînim. Van hevalan kevneşopiya 8’ê Adarê dewam kirin û pêşengî ji hemû jinan re kirin."

Nurhaq berxwedana serdemê ya Efrînê jî wiha pênase kir: "Ev mehek û nîv e li Efrînê şerê dagirkeriyê heye. Li hemberî wê jî bi pêşengiya jinên Efrînê, YPG û YPJ’ê têkoşînek mezin tê dayîn. Ez cejna 8’ê Adarê li hemû jinên Efrînê pîroz dikim.  

Nurhaq bi taybetî cejna 8’ê Adarê li jinên Êzidiyên Şengalê yên dilsozê axa xwe ne û li ser axa xwe dijîn pîroz kir û got: "Berî çar salan li Şengalê komkujiyek li jinan hate kirin. Piştî fermanê cara çaran e li Şengalê 8’ê Adarê tê pîrozkirin. Her pîrozbahiya 8’ê Adarê li Şengalê xwedî wateyek girîng e. Niha jinan xwe bi rêxistin kirine ku wê êdî destûrê nedin ti fermanan.

Di nava çanda êzidiyan de gelek cejn hene. Her guhertina demsalê her xweşikbûna xwezayê tê pîrozkirin. Ji ber bandorê li jiyanê dike ew guhertina xwezayê. Cejna 8’ê Adarê jî bi pêşengiya jinên êzidiyan weke cejna berxwedanê tê pîrozkirin. Ji ber jinên Şengalê dizanin guhertina xwezayê bandorê li jiyanê dike. Rojên cejnan bi pêşengiya jinan tên pîrozkirinkirin. Jinên Şengalê bi zanistî cejna 8’ê weke cejna berxwedanê pîrozd ikin."

Nurhaq bal kişand ser girgîngiya avakirina hêzên parastina Şengalê û wiha pê de çû: "Piştî azadiya Şengalê li hemberî êrîşên dagirkeriyê zanistiyek mezin ava bû. Hêzên parastinê YBŞ û YJŞ, meclisa gel û meclisa jinan ava bûne. Armanca êrîşan tinekirina gelê Şengalê bû, li hemberî wê rêxistinek mezin hatiye avakirin. Weke tê dîtin niha êrîş ser Efrînê heye. Ev diyar dike ku dibe cardin jî risk li ser Şengalê jî hebe. Ji bo wê jî hewce ye têkoşîna xwe hîn zêdetir mezin bikin û li benda derve nemînin. Divê jinên êzidî bi xwe pêşengiyê bikin. Binêrin ewqas êrîşên ser Efrînê ji ber rêxistina jinan, ciwanan û tevahî gel tên pûçkirin.

Piştî fermanê jinên Şengalê li cihê xwe man, ev têkoşînek pir mezin bû. Ewan soz dane ku wê nehêlin êdî ferman bigihin armanca xwe."

Nurhaq careke din cejna hemû jinan pîroz kir û got: "Ez 8’ê Adarê li hemû jinên Şengalê, dayikên şehîdan û tevahî jinan pîroz dikim."