Nûnerên Rêxistinên Jinan gihiştin Rojava

Nûnerên Rêxistinên Jinên Kurd ji bo piştgirîdayîna Berxwedana Serdemê ji Başûrê Kurdistanê ber bi Efrînê re ketibûn rê, ji derîyên sînor ê Sêmalka derbasî Rojava bûn.

Bi armanca piştgirîdayîna Berxwedana Serdemê 18 endamên Rêxistnên Jinên Kurdstanê ji deriyê sînor ê Sêmalkayê derbasî Rojava bûn.

Heyeta Başûrê Kurdistanê ji aliyê Alîkara Seroka Konseya Têkiliyên Derve Sena Deham û Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Têkiliyên Derve ya Kongreya Star Fîdan Efrîn ve hate pêşwazî kirin.

Diyar bû endamên Rêxistinên Jinên Kurdistanê ku ji bajarê Qamişlo ketin rê wê piştre derbasî Efrînê bibin.