Nûçegihana Jinnewsê Suren hate binçavkirin

Nûçegihana Jinnewsê Dûrket Suren hate binçavkirin.

Rejîma AKP û MHP’ê êrîşên xwe yên li ser çapemeniya azad didomîne.

Nûçegihana Jinnewsê Dûrket Suren dema ku ji bo nûçeyekê diçû Licêya Amedê di têketina navçeyê de hate binçavkirin.  Hat diyarkirin ku têkildarî Surenê ‘biryara lêgerînê’ heye.

Hate diyarkirin ku wê Dûrketê bînin Gerînendetiya Emniyetê ya Amedê.

215 ROJNAMEGER DI GIRTÎGEHÊ DE NE

Tirkiye di warê rojnamegerên girtî de bûye girtîgeheke mezin a cîhanê.

Li gorî daneyên Platforma Hevgirtinê ya bi Rojnamegerên Girtî re, heta 14’ê Sibata 2018’an de 27 kes jê gerînende û midûrên karên nivîsaran, bi giştî 215 rojnameger di girtîgehê de ne.