Nobedarên vê hefteyê endamên TJK-E ne

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê tê lidarxistin, bênavber dewam dike. Nobedarên vê hefteyê, endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ne.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re', ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 245. de ye.

Nobed, hefteya bihurî ji aliyê Kurdistaniyên ji bajarên Salzgîtter, Peîne û Hîldesheîm ên Elmanyayê hatin ve hat girtin. Jinên endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) jî roja Yekşemê nobed dewr girtin. Koma TJK-E, ji jinên Kurd Resmiye Aslan, Naîme Hesen, Zelal Dogan û Rojîn Almas ên ji bajarên cuda yên Elmanyayê hatine, pêk tê.

Endamên TJK-E, belavokên li ser nêrînên Ocalan li welatiyan belav dikin û bi rêya sohbetê agahiyan dide mirovên li herêmê.

'TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ESARET Û TECRÎDÊ WÊ DEWAM BIKE'

Li ser navê koma TJK-E daxuyaniyek hat dayîn û hat destnîşankirin, ku jinên Kurd wê êdî esareta Ocalan a ku 18 sal in didome, qebûl nekin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya taybet a ku Ocalan nîşanî jinên Kurd û yên gelemperiya cîhanê dide û hat ragihandin, têkoşîna jinên Kurd a li dijî tecrîd û esaretê wê li Ewropayê bi xurtî dewam bike.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re', ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bi rengekî bênavber her roj tê girtin. Çalakî li taxa Robertsaû pêk tê ku li vê derê avahiyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê û gelek saziyên Yekîtiya Ewropayê hene.

Nobed, herî kêm mehê carekê ji aliyê endamên TJK-E ve tê girtin.