Nîna Ehmedî ya li ber mirinê peyam da berxwedêrên grevan

Nîna Ehmedî ya ji Rojhilatê Kurdistanê ye ku li nexweşxaneyeke ya Evûstûryayê ji nexweşiya penceşêrê tê dermankirin ji bo Leyla Guven û hevrêyên wê peyemeke bi dîmen şand. Ehmedî got: “Baweriya min bi wan heye”.

Nîna Ehmedî ya sala 1963’an li bajarê Sîne yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê, demeke dirêj e li Evûstûryayê dijî. Nêzî 30 sal in ji bo têkoşîn azadiya Kurdistanê têkoşînê dike. Rojên xwe yên dawî li nexweşxaneyeke ya Viyanayê diborîne.

Nîna Ehmedî ya bi nexweşiya penceşêrê ya rehîmê ketiye, dixtor diyar kirin ku rewşa wê pir giran e. Hevjînê wê Tofîq jî berê bi nexweşiya penceşêrê rehmet kiribû.

Ehmedî di sala 1999’an dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate girtin, roleke aktîf lîst. Ji sala Ehmedî ya ji 2010’an û vir ve di çapemeniya Kurd de bi dehan bername amade kir, dema li nexweşxaneyê jî piştgiriya bi berxwedanên grevê re kêm nekiriye.

Ehmedî bi rêya Kurdên ku serdana wê kir bi dîmenekê peyamek ji bo Leyla Guven û hemû hevrêyên wê yên di berxwedanê de ne rêkir.

Ehmedî ev tişt got:

“Di serî de di kesayeta Leyla Guven û hemû hevrêyên din ên li Kurdistan û Ewropa dîsa li her derê ji bo nirxên xwe ji bo Rêbertiya xwe bi dirûşma ‘Bê Serok Jiyan Na Be’ ketine grevên birçîbûnê, gavekî mezin avêtin. Rêz û silavên xwe ji bo wan dişînim. Nexweş im, lê bi moral im, ji ber ku hêvî û baweriya min heye, baweriya min bi Rêbertiya min heye. Baweriya min bi wan heye yên ku bi salan in ji bo ramanên Ocalan li ber xwe didin. Hemûyan ji dil û can maç dikim. Vê bangê dikim; Heta Rêber Apo azad bibe li ser lingan bin. Ew jiyan, azadî, rûmeta me ye. Têkoşîna me ya heqîqetê ye.”

Ehmedî diyar ku ku bi têkoşîna Leyla Guven serbilind e û got: “Tu rûmeta me yî, berxwedan me yî. Pir ji te hez dikim.”