Newaya Jin: Zayîna 3’yemîn ronesansa jinan e
Hejmara rojnameya Newaya Jin a 241’emîn bi manşeta ‘’ Zayîna 3’yemîn ronesansa jinan e’’ hate weşandin.
Hejmara rojnameya Newaya Jin a 241’emîn bi manşeta ‘’ Zayîna 3’yemîn ronesansa jinan e’’ hate weşandin.
Hejmara rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin a meha Nîsanê hate weşandin. Rojeva sereke ya hejmara vê mehê Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo, 8’ê Adarê û peyamên Newrozê ne.
Banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê hatî dayîn û peyama 8’ê Adarê hem bi Kurdî û hem jî bi Tirkî hatin dayîn. Nivîskara rojnameyê Ruşen Samsar bi nivîsa xwe ya bi sernavê ‘’Divê banga aştî û demokrasiyê ya sedsalê çawa were xwendin? ‘’ diyar dike ku bang hemû fikr û dogmayên netewedewlet, neteweperest, olperest, zayendperest û desthilatparêz hilweşîne û got: ‘’Deriyên guherîn û veguherînê heya dawiyê vebûne.’’
LI HEMBERÎ ÇANDA DESTDIRÊJIYÊ RONESANSA JINAN
Zozan Sima di nivîsa xwe de berê xwe dide ‘ronesansa jinan’ a di peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê de û dibêje: ‘’Ronesansa jinan tam jî di serdema ku em di bin êrîşên çanda destdirêjiyê de ne derdikeve pêşiya me. Pêşengtiya ji bo Ronesansa Jinan û Ronesansa Rojhilata Navîn erka me ya dîrokî ye.’’
ZAYÎNA FELSEFEYA SÊYEMÎN JIN-JIYAN AZADÎ
Nivîskar Elîf Mercan di nivîsa xwe de diyar dike ku wê navê ‘’Zayîna Sêyemîn’’ li paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêber Apo kiriye û di gotara xwe ya bi sernavê ‘’Jiyana azad û di zayîna 3’yemîn de dimeye’’ de balê dikşîne ser rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de.
TÊKOŞÎNA JINAN A GERDÛNÎ: 8’Ê ADARÊ
Nivîskara rojnameyê Yûrdûsev Ozsokmenler jî panoramaya çalakiyên 8’ê Adarê yên li seranserê cîhanê xêz kir. Her wiha destnîşan kir ku li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê 8’ê Adarê veguherî xwedîderketina Banga Aştî û Civaka Demokratîk.
LI YEWNANISTAN Û MAKEDONYAYÊ BANDORA JINEOLOJIYÊ
Di hejmara vê mehê de du roportajên girîng ên ku ji sînorên Jineolojiyê derbas dikin jî cih digirin. Aylîn Acar di hevpevvînên xwe de cih dide nêrînên du jinên Grek û Makedonyayî yên pîştî tevlî kampa Jineolojiyê dibin û biryara birêxistinbûnê didin.
KEDA KOLLEKTÎF A 20 SALAN Û BÎRA TÊKOŞÎNÊ: NEWAYA JIN
Nivîskar Guler Yildiz jî di nivîsa xwe de nêrînên xwe yên têkildarî weşana 20 salan a rojnameyê anîn ziman û got: ‘’Newaya Jin tevahiya 20 salan bû dengek, bahozek û manîfestoya têkoşînekê. Ev 20 sal ked û serketina jinan e.’’
QADÊN NEWROZÊ BÛN BEYANA ÎRADEYÊ
Dengîr Guneş di başa Kurdî de têkildarî bandora ‘’Banga Aştî û Civaka Demokratîk’’ ya li ser 8’ê Adarê û Newrozê û got: ‘’Newroza sala 2025’an bi qasî erêkiririna têkoşîna pêvajoya nû û xwedîderketina bangê, bi awayekî zelal pêngavên ku divê werin avêtin jî diyar kirin.’’
Her wiha nivîskara rojnameyê Şervîn Nûdem jî di gotara xwe ya bi sernavê ‘’Zayîna civaka demokratîk û aştiyê’’ de destnîşan dike ku bang bi pêkhatina zayîna 3’yemîn derbasî qonaxeke nû bûye.
Roza Metîna jî bi Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordû re têkildarî naveroka bangê û bandora wê ya li ser qadan axivî. Dersim Zerevan jî bi zimanekî edebî li ser karektera pêşeng a jinan a pêvajoyê nivîsand.
Di beşa portreyê de jî çîrokên jiyana dayika aşitiyê ya têkoşer û wêrek Sakîne Arat û rojnamevana femînîst a Îranî Sadiqeh Dowlatabadî cih digirin.
Beşa rojnameyê ya bi navê Kaktûs jî vê mehê li ser mijara pîvavên têkoşîn, red û qebûlê disekine.
Di beşa bîranînê de jî nivîsa Gulçiya Baran a bi Kurdî ya têkildarî jiyana gerîlayan cih digire.
Xwîner dikarin li ser navnîşana newayajin.net hejmara nû bixwînin.