Newaya Jin: Têkoşîn dide jiyîn!

Rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin ku rojeva Kurdistan û cîhanê bi çavên jinê dinirxîne, hejmara xwe ya meha Gulanê bi manşeta "Têkoşîn dide jiyîn" gihand ber destê xwendevanan.

Di hejmara 182'an a rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin de gotarên li ser zimanê dayikê li surmanşetê hatin weşandin. Rojnameyê her wiha cih da têkoşîna ji bo jiyanê ya giran a dayikên Şemiyê, Dayikên Plaza de Mayo, Dayikên Aştiyê. Di sedsala 21'ê de lêgerîna femînîzmê ya xwepênasekirinê, esasên têkoşîna jinê ya hevpar a gerdûnî, fêhmkirina vîrûsa koronayê, qanûna înfazê û girîngiya zimanê dayikê çend ji sernavên hejmara nû ya rojnameyê ne.

Mirovên Şemiyê 25 sal in li aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatin windakirin dipirsin. Yek ji wan jî Fehmî Tosûn e ku sala 1995'an bi torosê spî hate revandin û windakirin. Nezahat Dogan bi keça Tosûn Besna Tosûn re hevpeyvîn kir. Tosûn got, "Ew qad qada zarokatî û ciwantiya me ye."

Zara Koçgîrî jî qala têkoşîna Dayikên Aştiyê kir.

Têkoşîneke din a dayikan li Arjantînê li Plaza de Mayo tê dayin. Yên ku Plaza de Mayo bi cîhanê dan naskirin û kirin qadeke gerdûnê ya ji bo têkoşîna ji bo mafê xwe, 'Dayikên Windayan' ên Arjantînî ne. Dîlan Bozgan li ser mijarê nûçe-dosyayek amade kir.

Di hejmara Gulanê de çîroka jiyanê ya dayikekê, jinekê, milîtaneke gelê xwe Yadê (Samya Dogan) a 81 salî hate vegotin. Îlke Jiyan biyografiya wê amade kir.

Malên Jinan ên li Rojava li gorî pêwîstiyên jinan ji sala 2011'an û pê ve hatin avakirin, ew navend in ku hewl didin pirsgirêkên civakî çareser bikin. Yek ji kedkarên saziyê Yadê Sureyya ye. Berfîn Guneş qala çîroka Sureyya û Malên Jinan kir.

Di hejmara meha Gulanê ya Newaya Jin de cihekî berfireh ji têkoşîna hebûnê ya zimanê dayikê û Kurdî re hate veqetandin. Rojnameyê mijar di surmanşetê de nîşan da û têkildarî vê mijarê cih da analîzên Roza Metîna û Emîne Ozmen. Nivîskaran dewlemendiya Kurdî vegotin û bi bîr xistin ku Kurdî hucreya bingehîn a koma zimanên Aryenîk e.

Meral Çîçek li ser têkoşîna jinê ya hevpar a global nivîsî û destnîşan kir ku di vê demê de pêwîstiya jinan a bi lezgînî herî zêde bi avakirina rêxistiniya jinê ya di asta global de ye.

Zerya Gul jî hewldan û nîqaşên li ser pênasekirina femînîzmê nirxand.

Ji nivîskarên rojnameyê Nazan Ustundag bal kişand ser qanûna înfazê û diyar kir ku bi vê qanûnê destketiyên jinan ên bi têkoşînê bi dest xistin ji wan hatin standin û got, yekane rêya xweparastin ji tundiyê, xweparastina rêxistinî ye.

Gulîstan Îke jî heman mijar di gotara xwe de ya li rûpelên Kurdî nirxand.

Nûçegihana xwedî tecrûbe Guler Yildiz bandora vîrûsa koronayê li siyasetê, aboriyê, xwezayê û jiyana rojane nirxand.

Nivîskar Ronî Eylem jî pirsa "Gelo çiqasî rast e ku mirov bêje şewba koronayê jiyana me ser û bin kir?" dike.

Dr. Wîdad Akreyî jî polîtîkayên tenduristiyê yên hikumetan û hişmendiya tenduristiya civakî ji xwendevanên Kurdî re şîrove kir.

Dilzar Dîlok jî bi gotara xwe ya bi navê "Navê te Agît e!" bandora şandina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Agît Îpek a bi rêya kargoyê nirxand.

Di hejmara Gulanê ya rojnameyê de Semîa Welîd li ser dîroka têkoşîna jinên Efgan agahiyên girîng parve kir. Xalîde Engîze jî bal kişand ser faktorên mezinkirina tundiyê.

Di rûpelên portreyê de jî berhevkara ziman û çanda Kurdî Nûra Cewarî û zanyar Jûne Almeîda ya ku yekemcar wê vîrûsa koronayê keşif kir, hatin vegotin.

Nivîsa bîranînê ya Hêvî Gabar ji bo bîranîna gerîla Dîrok Axtamara nivîsî di rûpela nû de heye.

Hejmara nû ya rojnameyê Newaya Jinê ji vê malperê dikare bê peydakirin: https://www.newayajin.net