Newaya Jin: Rêxistinbûna me temînata me ye

Hejmara meha Tebaxê ya rojnameya jinê Newaya Jin bi manşeta "rêxistinbûna me temînata me ye" derket.

Hejmara meha Tebaxê ya rojnameya jinê Newaya Jin ku mehane li Ewropayê tê weşandin derket. Hejmara 185'an bi manşeta "rêxistinbûna me temînata me ye" hate weşandin û giranî da ser mijarên êrişên li dijî jinan û rêxistin û xweparastina jinê ya li dijî êrişan.

Destketiyên jinan ên ku koalîsyona desthilatdariyê ya li Tirkiyeyê hewl dide desteser bike û binpêkirina mafên mirovan ji aliyê nivîskar Ayşe Berktay ve hate şîrovekirin.

Heman mijar di rûpela Kurdî de ji aliyê Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve hate şîrovekirin û hate destnîşankirin ku têkoşîna jinê benda li dijî faşîzmê ye.

Di rojnameyê de, Pêngava 15'ê Tebaxê û şerê li Heftanînê ji aliyê Fermandara Biryageha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik ve hate nirxandin.

Çewlik bal kişand ser têkoşîna xweparastinê ya ku jinên Kurd li dijî dijminên jinan û civakê bi dehan sal in dimeşîne û hişyarî da ku her kesên bi dijminane nêzî gel û jinan dibin di hedefa wan de ne.

Zerya Gul jî êrişên li Kurdistanê û dinyayê li dijî jinan tên kirin weke kîna dîrokî ya sîstema bi dewlet şîrove kir.

Nahîde Ermîş jî têkildarî komkujiya Şengalê ya 3'ê Tebaxê analîzek weşand.

Rojnameyê her wiha cih da hevpeyvîna bi jina bi navê Ahlam Avesta ya ku di fermana 3'ê Tebaxê de ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hate revandin û piştre rizgar bû. Di rojnameyê de nûçe dosya Berîvan Ezda ya li ser paşeroja dîrokî ya Êzidiyan û pêvajoya piştî 3'ê Tebaxê ya li Şengalê hate weşandin.

Rojnamevan Bêrîtan Zagros bal kişand ser qedexeya hikumeta Herêma Kurdistanê û Wezaret Karên Hundir a li ser parvekirina daneyên têkildarî tundiya li jinê.

Di hejmara nû de nivîsa Eylem Ronî ya li ser gerîla Roza, her wiha nivîsên wêjeyî, portre û zanistiyê hatin weşandin.