Newaya Jin: Cîhanek nû ava dibe
Hejmara Hezîranê ya rojnameya jinan Newaya Jin bi manşêta “Cîhanek nû ava dibe” derket.
Hejmara Hezîranê ya rojnameya jinan Newaya Jin bi manşêta “Cîhanek nû ava dibe” derket.
Hejmara 207’emîn a Newaya jin a ku ji cureyên rojane, polîtîqa, sînema, zanist û portre yê ava dibe, cih da hevpeyvîna Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat.
Besê Hozat têkîldarî geşedanên li ser Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bersiva pirsên Newaya jin da û nirxandinên girîng kir.
Besê Hozat bi bîr xist ku di bingeha şerê Rusya-Ukranya de, şerê NATO û Rûsyayê heye û bal kişand şer êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê. Hozat diyar kir ku wê şerê gerîlayên Kurdistanê belavî her derên ku arteşa Tirk a dagirker heyebibe û ragihand ku gerîlayên YJA-STAR’ê pêşengiya berxwedanê dikin. Besê Hozat hevkariya PDK a bi dewleta Tirk a dagirker re bi bîr xist û da zanîn ku PDK rasterast di êrîşên qirkirinê de cîh digire.
Besê Hozat destnîşan kir ku “Nasnameya hevpar a jinan azadî ye” û diyar kir ku ew şahidê zayîna cîhanekî a ku jinên azad ava dikin, dibin.
WATEYA MEQABA ZER
Ji rêveberên Tevgera Jinên Kurd Fatma Adir, wateya mekapê zer ku bûye sembola gerîlayên Kurdistanê, nirxand. Adir bi bîr xist ku tu daxwaz û bendewariyên gerîla ji xeynî jiyana kirina azad a gel tuneye û da zanîn ku pêlavên meqab û cilên bi rengê keske tarî ji ber ku ji parçeyek jiyana sade a gerîlaye ku jiyana xwe ji bo azadiya gelê Kurd feda kiriye, te hezkirin.
Adir got: “Çawa ku pelava leşkerên Tirk bûye sembolek dagirkerî, mêtingerî û serweriyê, meqaba zer jî li Kurdistanê bûye sembola kesên beyî ku berjewendiyên xwe bifikirin li dijî jiyana dagirker û koletiyê şer dikin.”
HIŞMENDIYA WELATPARÊZÎ
Hêja Zerya li ser wateya pênaseya “Welatparêzî” axivî û anî ziman ku rêgeza welatparêziyê, bingeh û cewhera Îdelojiya Rizgariya Jinê pêk tîne. Zerya diyar kir ku “welatparêzî” hişmendiya dîrok, ax û ked e û xwedî derketina li çand, berxwedan û cewhera hebûna xwe ye û pê re di şexsê şehîd Zîlan, Sema, Gulan, Leyla û hemû şehîdên azadiyê ku rolek mezin di pêşxistina hişmendiya welatparêziya civaka Kurd de lîstine bi bîr anî.
NASKIRINA AYSEL DOGAN
Her wiha di hejmara nû de, nivîseke vegotinê derheqê siyasetmedarê Kurd Aysel Dogan a di 11 Gulanê de li Elmanyayê şehîd bû, cîh girt.
Muzîkjena Kurd Bermal Çem di nivisa xwe de, qala bîranînên hevpar û têkoşîna şoreşgerî a Aysel Dogan kir. Çem, Aysel Dogan weke ‘Çavkaniyeke bêdawî’ bi nav kir û bal kişand ser hewldanên wê yên ser hînkirin û perwerdehiyê.
Ji aliyê Medya Dozê jî vegotinek ji bo bîranîna Gulnaz Ege (Nuran Er) a ku di 30’ê Îlonê 2017’an de li Amedê şehîd bû nivîsand. Medya Doz’ê got, “Gulpikeke ji Egeyê, di dilê me de bû gulek ji Kurdistanê û Gulnaz Ege weke “çemê evîne a piralî” bi nav kir.
ÇÎROKA BINXISTINA XIRABIYÊ: HÊZA
Naverokeke din a ku di hejmara 207’emîn de bal kişand, roportaja di der barê Belgefîlma Hêzayê a bi Derya Denîz re hatî kirin. Denîz, behsa hûrgiliyên Belgefîlma Hêza ku heta niha 3 xelat wergirtine, kir.
Denîz da zanîn ku Hêza zorekekê keç e ku di 14 saliya xwe de, di fermana 3’ê Tebaxê de tevî hemû malbata xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye revandin û wiha domkir: “Bi min re her tim du Hêza hebûn: ya yekem; Zarokeke ku dîl ketiye destê DAIŞ’ê û xwe di bêçaretiyek mezin de dibîne, ya duyemîn jî; jinek şerker ku sond xwariye ku DAIŞ’ê têk bibe.
HEVALTÎ
Gotara di beşê jin de ji aliyê Dorte Rose ya ku di meha Nîsanê de beşdarî kampa Jinelojiyê a Şehîd Malda Kusa bû, hat nivîsandin. Rose bi gotina “Dem hatibû ku hevaltiyê nas bike” dest pê kir û hizrên xwe yên di der barê kamp, jinelojî, azadî û jiyanê par ve kir.
NAVEROKÊN KURDÎ
Di hejmara Nîsanê de, di rûpelên Kurdî de naverokên balkeş cîh girtin.
Roza Metîna, di qunceknivîsê xwe de mijara qetlîamên jinan ên ku bi awayek sîstematîk ji aliyê dewlet/zilam tên kirin, girt dest. Nilufer Koç û Nurhak Gulbahar ji geşedanên rojane a li Kurdistanê û cîhanê nirxandin.
Her wiha di hejmara Hezîranê de nerînên jinên enternasyonel û Kurd di der barê êrîşên dagirkeriyê ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û xiyaneta PDK, cihek berfireh girt.
HUNER, TÊKOŞÎN Û NÛDEM DÛRAK
Yildiz Çakar, pênaseya dîrokî ên çand û huner kir û bi bandora civakê hêza têkoşînê bi bîr xist. Yildiz Çakar, bal kişand ser wateya hunera ku Nûdem Dûrak a ji sala 2015’an heta niha ji ber stranên Kurdi dibêje dîl hatiye girtin û 19 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.