Neteweyên Yekbûyî: Ji bo jinan ‘mal’ cihê herî xetere ye

Li gorî lêkolîneke Neteweya Yekbûyî di sala 2017’an de ji nîvî zêdetir jin ji aliyê hevser an jî xizmên xwe hatine qetilkirin. Ev jî diyar dike ku, herî zêde mal ji bo jinan bi xetere ye.

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê buroya Têkoşîna li Dijî Tiryak û Sûcan, di sala 2017’an de li cîhanê 87 hezar cînayet li jinan hatiye kirin. Ji nav van cînayetan nêzî 50 hezar cînayet ji aliyê xizmên jinan ve hate kirin. Nêzî 30 hezar jin jî ji aliyê partnerên xwe hatine kuştin.

Buroya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku her saetê nêzî 6 jin ji aliyê nasên xwe ve tên kuştin. Şefê buroya Neteweyên Yekbûyî Yûrî Fedotov got ku, “Jin herî zêde ji aliyê hevser an jî xizmên xwe tên kuştin. Ev jî dibe sedem ku nava malê ji bo jinan bibe cihê herî bi xetere. Jin ji mêran zêdetir dibin cangoriyên vê şîddetê.”

Bal tê kişandin ku herî zêde li welatên Afrîka û Amerîkayê rîsk heye ku jin ji aliyê hevser an jî xizmên xwe werin kuştin.