Neslîhan Şedal: Li dijî qirkirina jinê dakevin qadên 8'ê Adarê
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal bang li jinan hemûyan kir ku li dijî êrîşên li hemberî jinan û polîtîkayên qeyûm dakevin qadên 8'ê Adarê.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal bang li jinan hemûyan kir ku li dijî êrîşên li hemberî jinan û polîtîkayên qeyûm dakevin qadên 8'ê Adarê.
Neslîhan Şedal ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku li Wanê polîtîkayeke şerê taybet tê meşandin, jinên Kurd di herikîna dîrokê de timî li dijî înkar û asîmîlasyonê li ber xwe dane. Şedal ragihand ku polîtîkaya qeyûm li dijî nasmame û zimanê jinên Kurd êrîşeke û got, "Bi êrîşa li dijî jinan dixwazin civakê bêdeng bikin. Lê belê jin li hemberî van êrîşan têkoşîneke xurt dimeşînin."
'QEYÛMAN DESTPÊKÊ ÊRÎŞ BIRIN SER SAZIYÊN JINAN'
Neslîhan Şedal tayînkirina qeyûman li 14 şaredariyên Wanê nirxand û anî ziman ku ev pêvajo bi rêk û pêk weke parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet ê li hemberî jinên Kurd tê meşandin. Neslîhan Şedal ragihand ku jinan bi sazî û atolyeyên xwe jiyaneke azad ava kirin û got, "Qeyûman dema ku dest danîn ser şaredariyên me destpêkê êrîşî saziyên jinan kirin. Naxwazin jin ji malê derkevin. Ji ber ku gava civakeke xurt dîtin, jinê, ziman û jiyana azad weke gefekê dibînin."
'JIN WÊ DI 8'Ê ADARÊ DE DENGÊ XWE HÎN BILIND BIKIN'
Neslîhan Şedal anî ziman ku hewl tê dayin qirkirina jinê bê girankirin û got, "Dema ku qeyûm hate tayînkirin êrîşa destpêkê li hemberî jinan hate kirin. Lê belê gelê me bi taybetgî jî jinan li hemberî van êrîşan îradeyeke mezin nîşan dan. Ber bi 8'ê Adarê ve jin wê li hemberî polîtîkayên şerê taybet û qeyûman qadan dagirin."
Şedal diyar kir ku divê bi pêşengiya têkoşîna jinê aştî pêk were û got, "Ji bo jiyaneke bi rûmet em bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' dadikevin qadên 8'ê Adarê. Em dixwazin bi azadiya Birêz Ocalan û bi hewldanên aştiyê yên 26 salan atmosfera diyalogê bê afirandin. Li dijî qeyûman li her qadê wê deng, fikir û têkoşîna jinê bilind bibe. Em bang li jinan hemûyan dikin ku dakevin qadên 8'ê Adarê."