Nalîn Amed tim PKK’yî bû

Nalîn Amed (Netîce Katar) ku di nav refên PKK’ê de şehîd bû, beriya ku biçe rojnivîska xwe ku tê de nivîsîbû ew ê tola xalê xwe yê ku 1992’an hatibû kuştin bihîlîne û tevlî nav refan bû.

Nalîn Amed (Netîce Katar) ku di nav refên PKK’ê de şehîd bûyî, beriya ku tevlê nav PKK’ê bibe, li gel ku hemû endamên malbatê jê dixwestin ku li nav nivînan raze jî raneza û beriya ku biçe nav refên gerîla rojnivîska xwe ku tê de her tişt nivîsîbû û sond xwaribû ku tola xalê xwe hilîne ji malbatê re hişt.

Netîca Katar (Nalîn Amed) a HPG’yî ku li Licê ya Amedê, 7’ê Adarê di şerekî de jiyana xwe ji dest dayî, bêyî ku haya malbatê pê bêxin li Goristana Yenîkoyê ya Baxlarê, li goristana bêkesan hatibû veşartin. Piştî ku malbatê ji bo teşhîsê serlêdan kir, piştî encamên testa DNA’yê diyar bû, malbatê gor vekir û li heman goristanê li beşekî dî veşart. Endamên malbatê ku derbarê Nalîn Amed axivîn, gotin, beriya ku ew tevlî nav refên PKK’ê bibe hemû tiştên ku bûne li rojnivîska xwe dinivîsand, her carê digot ku ew ê tola xalê xwe yê ku 199’an ji hêla kontrayan ve hatî kuştin hilîne. Dayika Nalîn, Rindê Katar dibêje keça wê qet li ser nivînan ranediza, tim li erdê radiket û sedema wê pêşî fêhm nekirine lê piştî ku ew tevlî nav gerîla bûye wan ev fêhm kirine.

‘JI BO XALÊ XWE YÊ KU QORÎCÎTÎ LÊ FERZ DIKIRIN SOND XWARIBÛ’

Rindê Katar dibêje dema ku ew li gundê Hewrê yê Pasûrê bûn dewletê tim li wan ferz dikir ku bibin qorîcî û didomîne: ‘’Hal û wextê me ne xweş bû. Me li gund bi rengekî dikarîbû debara xwe bikin. Li me ferz dikirin ku em bibin qorîcî, ji bo ku me qebûl nekir em neçar man ji gund derkevin.’

Katarê dibêje birayê wê Abdurrahman Ay ji ber ku qorîcîtî qebûl nekiriye 1992’an ji hêla kontrayan ve hatiye kuştin û dibêje: ‘ Dema ku birayê min hatî kuştin keça min 2 salî bû. Birayê min ji ber ku nebû qorîcî hate kuştin. Keça min dema ku fêhm kir ku mesele çiye tim digot ew kuştina xalê xwe qebûl nake û ew ê tola xalê xwe hilîne.’’

 ‘QET LI NAV NIVÎNAN RANEDIKET’

Katar dibêje wê nedizanî ku keça wê tevlî nav gerîla bibe lê tim şik jê dibir û didomîne: ‘Ji ber ku ez nexweş bûm tiştê ku ez ê pê biêşiyama ji min re nedigot. Carinan pir bi ser de diçûm, dîsa nedigot, piştre dihat ez hembêz dikirim û dilê min xweş dikir. Min digotiyê, çavê min jî derînî dilê min ji te namîne û min ew maç dikir.’’

Katar bi domdarî, ‘’Keça min qet li nav nivînan ranediket. Min tim digotiyê,’keça min, qurban, çima li erdê radikevî, li ser cihê xwe rakeve.’ Lê qet guh nediha min. Pêşî min bi mane nedida vê. Piştî ku çû nav gerîla min fêhm kir, ji bo ku xwe hînî şertên wir bike wiha dikir.’ Katar dibêje, Nalîn ji mêj ve kiribû serê xwe ku bibe gerîla.

 ‘9 SALAN LI ÇIYAN JIYA’

Katar dibêje dema ku ew çûbû ser sersaxiya xizmên xwe Nalîn bêyî ku wan agahdar bike tevlî nav refên PKK’ê bûye, dema ku Nalîn li nav gerîla bûye tim agahi jê re şandiye. Katar dibêje, zarokê biçûk ê cîranê wan jidil maç kiriye û gotiye, ‘Dibe ku ez careke dî  te nebînim’ û dibêje, keça wê, 9 salan li çiyê jiyaye.

 ‘ROJA KU MIN KEÇA XWE VEŞARTÎ EW ROJA DAWETA WÊ BÛ’

Katar dibêje piştî ku keça wê şehîd bûye bi 40 rojî hîn bûye, keça wê li goristana bêkesan hatiye veşartin, piştî kêferateke mezin cenaze standine. Katar dibêje, ji ber ku ew zane gora keça wê li kû ye hinekî dilê wê xweş dibe û dibêje, dema ku wê keça xwe veşartiye, li ser gora wê, di merasîma cenaze de hineya wê daye. Dayika Katar dibêje, ji bo keça wê hin daxwazên wê hebûn, ji bo ku ev bi cih nenaiye dilê wê diêşe, diyar dike, roja ku keça xwe veşartiye ev bi wê weke daweya wê ye û bi zêmaran vê dibêje.

Dayika Katar zêmera wê rojê wiha dibêje:

“Min got daweta keça min e dayê qurban melorîne

Heyran digot êdî her roj li cem diya xwe bî

Min got hesreta di dilê dayika te de mayî dayê qurban wan çiya geriya

Min got lawo çiyayê Metîna digeriya wa digerîya

Min got dayê qurban tu neyî Tirkiyeyê ohooy dayê qurban

Min got dayê qurban çavê dayika te rijîya ez werim bêriya te dikim

Ew hesret di dilê dayîka te da mayî

Silav ji min re şand got dayê tu îda qurbanê werî ba min

Wê rê girtî bû ez neçûme, ew hesret dilê diya wê da mayî

Ez şermiya keça xwe me dayê qurban

Ez nagirîm û ez nagirîm

Serê gelê Kurdistanê sax be

Serê gerîllayê wê sax be

Serê Serokê min sax be û serokê me bi xêr û xweşî were di nava me de

Li hev bicivînê û aşîtiyek derxe dayê qurban

Heyran keça min geriya li ser serê diya xwe

Heyran min nizanîbû heşt meha ser serê diya xwe firiya

Çûye Licê ez qurbanê

Ne silavek û ne gaziyek wî çil rojê keça min qediya dayê qurbana te be

Gava kir goristan ji min re got dayê ev heqê diya te ye

Heyran min got cihê te tev bo îmanî

Tu kewaniya mala xwe yî

Got dayê tu jêhatî yî û ez bi te serbilind im.”

 ‘ROJBÛNA HEMÛ ZAROKAN PÎROZ DIKIR’

Xwîşka Nalîn a mezin Xecê dibêje ew bi Nalîn re mezin bûbû, hem xwîşk û hem heval bûn û dibêje, ‘Me cilên xwe jî didane hev’. Xecê diyar dike ku Nalîn di babetên siyasî û civakî de ji wê zêdetir balar bûye û şehîdbûna xalê wê pir bandor li ser kir.

Xwîşka wê dibêje, Nalîn beriya kut evlî nav refan bibe bi mixaletiya xw re tim di nav xebatên ciwanan de bûye û dibêje, ‘Ji zaroktiyê ji hev qut nebûn, tim bi hev re dixebitîn, jixwe li pey hev çûn nav refand. Em pir samîmî bûn lê ji min re negot ku ew ê biçe. Nehişt ku em pê bihisin. Rojnivîska wê hebû, her tişt li wir dinivîsand. Nedihişt ku em rojnivîska wê bibînin. Roja ku çûyî rojnivîsk hiştibû, me nivîsên wê piştre xwendin.

Xwîşka Nalîn Xecê dibêje, Nalîn pir ji zarokan hez dikir, ji bo ku zarokên dilxweş bike gelek tişt dikir û didomîne: ‘’ Nalîn dilê wê pir bi zarokan ve bû, çi zarokê ku ew nas dikir tim rojbûna wan pîroz dikir, di rojbûnan de wê paste çêdikirn. Dema ku zarok şad dibûn ew jî şad dibûn. Dema ku hûn li wêneyên wê binerin tim dikene, hûn ê fêhm bikin ku Nalîn pir ji ken hez dike.’’

 ‘DI DENGÊ WÊ DEV EVÎN Û AZADIYA KURDISTANÊ DIBE YEK’

Katar dibêje dengê Nalîn xweş bûye, lê dema ku ew li mal bû zêde siûda wan çênebû ku lê guhdar bikin û ji vîdeoyên li înternetê wan li dengê wê guhdar kirin. Katar dibêje dema ku ew li Nalîn guhdar dikin dengekî ku ji dilê çiyê tê mirov hîs dike û wiha dibêje, ‘di dengê wê de evîn û azadiya Kurdistanê dibe yek’.

 ‘ZAROKEKE PIR ŞÊN BÛ’

Hevjîna xalê Nalîn ê ku şehîd bûyî Hediye Ay jî dibêje, ‘’Nalîn weke keça min bû, jixwe bi keça min re çûn. Dema ku em li gund bûn tim li cem me bi keça min re dilîst, zarokeke pir şên bû.’’

 ‘BERIYA ME HEMÛYAN DIÇÛ SER CENAZEYÊN ŞEHÎDAN’

Mixaletiya mezin ê Nalîn Saadet Aydemîr dibêje, di dema mezinkirina zarokan de pir keda Nalîn li ser heye, dema ku ew nexweş diket jî Nalîn li zarokan dinerî. Aydemîr dibêje, dema cenazeyên sala 2006’an ew beriya hemûyan çûye ser cenazeyan û Nalîn wan deman li nav xebatên ciwanan çalak bûye.

Aydemîr dibêje, agahiya şehîdbûna Nalîn pir bandor lê kiriye û dibêje, ‘ Em li ber hemûyan dikevin, hemû şehîdên me ne, lê Nalîn li cem min xwedî cihekî dî bû, ji bo vê pir pê êşiyan. Ez bawer nakim ku şehîd bûye.’’

 ‘PKK PARTIYA ŞEHÎDAN E’

Aydemîr dibêje PKK partiyan şehîdan e û  roja ku wan cenaze veşartî bi van gotinan dibêje: ‘’Beriya ku em biçin goristanê min digot ez ê wiha li ser xwe bûm û bi stranan wê veşêrim. Lê dema ku min bedena wê ya bi xwîn dît min nekarî. Ez nikarim hîsên xwe yên wê demê bi peyvan bibêjim.’’