Mustafa Emîn Amir: Çîn diyar dike ku dewleta Tirk dagirker e

Lêkolîner û pisporê karûbarên Musilmanan Mustafa Emîn Amîr diyar kir liv û tevgerên Çînê ên siyasî dijî dewleta Tirk girêdayî pirsgirêka Uygûrê ye û got pirsgirêka Çînê û Dewleta Tirk li ser Tirkên Uygur ên Islamî ne.

Lêkolîner û Pisporê Karûbarên Musilmanan û Serokê Yegirtina Islamî ya Radîkal Mustefa Emîn Amir ji rojnamevana Misrî Roz Yûsiv re wiha anî ziman, ku sedema zêdebûna liv û tevgerên dawîn ên siyasî li dijî dewleta Tirk girêdayî pirsgirêka Uygûr ya Çînê ye.
Mustefa Emîn Amir di hevpeyvînekê bi Ajansa Nûçeyan a Firatê re bal kişande ser ku dewleta Çînê siyasetek derve dimeşîne ku destwerdan di rakêşanên navdewletî de bi awayekî yekser li gor wê nabe û herwiha anî ziman, dewleta Tirk dixwaze bi rêya behskirina çewsandin û baregehên leşgerî ên Çînê sûdê werbigrê û Çîn vê yekê qet napejirîne û red dike.
Temamiya hevpeyvînê wiha ye:


''Di rewşeke balkêş de û piştî aramiyeke siyasî di navbera herdû dewletan Tirk û Çînê de, li gor Nûnerê Encumena Ewlekariyê yê Çînê hebûna Tirkiyê li Sûriyê metirsyeke mezin a dagirkeriyê ye ku avê li ser Gelê Sûriyê qut dike û wan tî dike. Li gor nerîna te gelo sedema van liv û tevgerên siyasî û daxuyaniyan çi ye?
Siyaseta Çînê siyasetek derveyî ye û li gor wê destwerdan bi awayekî yekser di rakêşanên navdewletî de nabe, lewma di derbarê mijara Sûriyê de hertim Çînê bi awayekî aram lê dinêrî û liv û tevgerên wê ên siyasî li Sûriyê zêde tunebûn ji ber vê yekê li gor nerîna min sedema zêdebûna liv û tevgerên Çînê ên siyasî li dijî Tirkiyê ew e ku dewleta Tirk helwestek di derbarê pirsgirêka Uygur de girte dest. Dewleta Tirk dixwaze bi rêya behskirina çewsandin û baregehên leşkerî ên çînê sûdê werbigrê û Çîn vê yekê qet napejirîne û red dike ji ber ku Çînê anîbû ziman ku ew tenê baregehên hînbûn û perwerdeyê ne, lewma destwerdana Tirkiyê û axaftina Erdogan di vê derbarê de wekî binpêkirina pêwendiyên navdewletî û binpêkirina karûbarên navxweyî ên Çînê ye. Bi dîtina min ev yek bû sedem ku hebûna dewleta Tirk li Sûriyê wekî dagirker bê binavkirin û ev yek jî wê pêwendiyên Tirkî û Çînê aloz bike ji ber ku Çîn qet qebûl nake ku di karûbarên wê ên navxweyî û nemaze di vê mijara zîz de destwerdan werin pêkanîn.
Dewleta Tirk û 42 welatên din, binpêkirina xuhermenda Çînê ji mafên mirovan re ya li dijî hidikatiya Tirkên Uygur yên Misilman li herêma Xinjiyank (Tirkistana Rojhilatî) şermezar kirin. Bi nerîna te gelo ev helwesta Çînê ya li dijî Tirkiyê bi vê şermezarkirinê ve girêdayî ye ?
Helwesta Çînê û zêdebûna liv û tevgerên wê ên siyasî li dijî Dewleta Tirk bi axavtina Tirkiyê û hin dewletên din ve girêdayî ye ku axaftina wan bi helwesta Emerîka re tê sepandin û Çînê vê yekê qet napejirîne û red dike. Ji ber vê yekê di navbera Dewleta Tirk û Çînê de dê dijberiyek pêk were.


Li gor agahî û nûçeyên li ber dest, gelek Tirkên Uygur berê xwe dane Sûriyê bo şerê rêjîma Sûriyê bikin di baweriya wan de şerê li dijî Rêjîma Sûryê wekî şerê li dijî xuhermenda Çînê ye ji ber ku Dewleta Çîn piştvana sereke û bingehîn ji Rêjîma Sûrî re ye. Her wiha beramberî vê yekê Wezîrê Navxweyî yê Malîziya eşkere kir ku, zêdetirî 300 welatiyên Çînê di Malîziyayê re derbasî Sûrî û Iraqê bûne da ku tevlî Rêxistina DAÎŞ`ê bibin û bal kişand ser giraniya pirsgirêka ku hebûna pêwedî di navbera terorîstên navdewletî li Çînê û terorîstên li welatên Başûr- Rojhilatî Asiyayê diyar kir. Li gor nerîna te ev piştgiriya Çînê ji hikûmeta Sûrî re gelo ew bo têkbirina van koman e û bo li dijî wan şer bikin?

Pir Uygur li Sûriyeyê hene ku ji Partiya Islamî ya Tirkistanî 5000 kes derbasî Sûrî bibûn, jixwe wekî tê naskirin ku ev partî domandina Partiya Islamî ya Tirkistanî li Çînê ye ku ev partî wekî tevgerek cudaxwaz a li dijî xuhermenda Çînê ye û hebûna wan li Cisir EL-Şixûr û hin deverên din li Sûrî bi awayekî eşkere bû, herwiha hin ji wan di destpêka şoreşa 2011`an de tevlî cengên şer bûn û hin ji wan jî tevlî "DAÎŞ`ê", "Cebhet El-Nesra" û "Heyet Tehrîr El-Şam" bûn ji ber vê yekê liv û  tevgerên wan di hudirê Sûrî de pir heye û ev yek li dijî xuhermenda Sûrî ye.
Çîn têgihişt ku Tevgera Cîhadî ya li Sûriyê bandorên wê ên neyinî li ser civaka navdewletî heye û dewleta Çînê vê yeke baş nas dike, jixwe Çîn xwedî şiyaneke mezin e ku dikare xwe biparêze û di derbarê tiştên navxweyî de dikare bêdeng bimîne. Ji ber vê yekê helwesta Çînê di derbarê Rêjîma Sûrî de erênî ye, herwiha li aliyekî din jî vesûdanînên Çînê ên giring li Sûrî hene û pêwendiyên baş di navbera Çîn û Rûsiya de heye. Jixwe wekî tê naskirin Rûsya hevalbendekî sereke û giring e ji Rêjîma Sûrî re ji ber vê yekê Çîn piştgirya Rêjîma Sûrî dike û dijberiya Emerîka, hebûna Emerîka û helwestên Emerîka yên di derbarê rewşa Sûrî de dike.
Dewleta Çînê metirsî û giraniya hebûna van koman li Sûrî baş dizane û herwiha metirsî hene ku careke din vegerin Çînê, lewma ev yek bû sedem ku Çîn di derbarê kirîza Sûrî de ti helwest ranegihand.


Heya çi astê em dikarin xwe bispêrin helwesta Çînê ya ku hebûna Dewleta Tirk li Sûriyê wekî dagirker dibine. Gelo ev helwest dikare rewşa kirîza Sûrî biguhere an jî dê helwest in dîtir wekî helwesta Çînê derkevin?
Di nerîna min de spartina li ser helwesta Çînê ti guherîn û veguherînên mezin pêk nayine ji ber ku Çîn di derbarê kirîza Sûrî de kûr neçûye û ji hela pratîkî de ti encam bidest nexistiye, tenê di aliyê aborî de destwerdanê dike lê aliyê aborî jî niha di destê Iranê û Rûsan de ye.
Gotûbêj tenê pêşbîniyên hin siyasetmedaran li ser çawaniya şandina Çînê komkeştiyên xwe bo Deryaya spî ango bi kurtasî hebûna wê li herêmê wekî erkdarekî leşgerî û siyasî. Nerîna te li ser van pêşbînî û dîtaneyan çi ye, gelo pêkanîna vê yekê di bin bercewendiya Çînê de ye yan çawa û çima?
Di nerîna min de ev yek zehmet e ji ber ku hebûna Emerîka bi awayekî berfireh li Deryaya Spî heye û ev yek bo çînê cihê metirsiyê ye, nexasim ku di navbera Emerîka û Çînê de aloziyek heye jixwe Rûsiya jî bo heman bercewendiyê di avên gerim weke Lazqiyê û Tertosê hewil dide, lê ev yek pir zehmet e. Ji ber ku rewşa Rojhilata Navîn pir hestiyar û zîz e sedema vê yekê jî ew e peydabûna berhemên xwezyî li vê herêmê bûye sedem ku hemî dewlet berjewendiyên xwe li vê herêmê dibinin û hewildanan dikin. Herwiha hebûn dibe ku hebûnek aborî be û dibe ku Çînê vê yekê vesûd bike, nexasim ku Çîn dewletek aborî ye û li ser binkokerdên hin dewletên Asyewî  dixebite û herwiha rêya herîrê jî nû dike. Di pêşerojê de ev hemî xizmeta Çînê dike, lê bi awayekî yekser keştiyê xwe derbas bike ev yek ne pêkan e jixwe Çîn jî naxwaze bikeve nava ceng û qeyranan de.