Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Mulkiye Bîrtane hate girtin-NÛ BÛ

Siyasetmedara Kurd Mulkiye Bîrtane ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin, hate girtin.

Parlamentera berê ya HDP’ê ya Qersê û Endama Dîwana KCD’ê Mulkiye Bîrtane ku hatibû destgîrkirin bi daxwza girtinê sewqî dadgehê hate kirin.

Li Amedê 26’ê Mijdarê polîsan bi ser malan de girtin û parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Qersê û Endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mulkiye Bîrtane hatibû destgîkririn. Mulkiye Bîrtane birin Qersê. Piştî îfadeya li emniyetê Bîrtane sewqî Edliyeya Qersê hate kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê Bîrtane bi hinceta ‘endamê rêxistinê ye’ bi daxwza girtinê sewqî dadgehê hate kirin.

Dadgehê jî bi heman îdiayê biryara girtina Bîrtaneyê da. 

Her wiha Necdet Karadag û Tûncer Omerogûllari yê tevî Bîrtaneyê hatin binçavkirin jî bi heman hincetê hatin girtin û 2 kesên din jî piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.