MKGP, Roja Rojnamegerên Kurd silav kir

MKGP'ê Roja Rojnamegerên Kurd silav kir û got, "Gotina me heye û cesareta me yê pêkanînê heye."

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya bi sernavê "Rojnamegeriya Kurd rastiya di tariyê de derxist holê" de hate destnîşankirin ku rojnamevanên Kurd kevneşopiya çapemeniya azad bi berdelên giran didomînin.

‘ÇAPEMENIYA AZAD ROJEKÊ JÎ PAŞVE GAV NEAVÊT’

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku beriya 124 salan bi derxistina Rojnameya ‘Kurdistanê’ ku ji aliye Mîqdad Mîdhed Bedîrxan ve hatiye derxistin, gaveke dîrokî rojnamegeriya Kurdî de hat avêtin û wiha berdewam kir: “Her sala ku derbas bû ev karwan mezin bû û dengê wan bilind bû. Her pêvajo di pêşketina çapemeniya Kurd de rolek list. Di salên 90’î de zext û zilm bêtir bandorê li çapemeniya Kurd kir. Di salên 90'î de gelek kedkarên çapemeniyê yên ku bûn dengê gelê Kurd û dengê heqîqetê li kolanan hatin qetilkirin. Avahiyên wan hatin bombekirin. Xwestin xebatên rojnamegeriya Kurd asteng bikin. Gelek rojnameger di nezaretê de hatin windakirin û an jî hatin girtin. Ligel atmosfera tirsê xebatkarên çapemeniyê tu carî paşve gav neavêtin. Mîrateya xebatkarên çapemeniyê berdewam kirin. “

Di daxuyaniyê de her wiha jinên rojnameger ên ku ked dane mezinkirina vê kevneşopiyê hatin bibîranîn û ev tişt hatin gotin:

“Rojnamegerên jin, xwedî li mîrateya Gurbetellî Ersoz, Ayfer Serçe, Denîz Firat û Nûjiyan Erhan derketin û li ser şopa wan meşiyan. Rojnamegerên jin ên Kurd di qada dîtbarî, nivîsî û tevîzyonan de bûn lêgerînvanên heqîqetê. Polîtîkayên îqtîdarê yên li hemberî jin deşîfre kirin û medyayeke alternatîf afirandin. Bi reng û dengê xwe alternatîfan diafirînin. Li hemberî her cureyên zext, destgîrkirin û girtinan gotineke me û kirinên me hene. Rêya me rêya heqîqetê ye.”