MKG: Meha Tebaxê jî zext û êrîş li rojnamevanan hate kirin

MKG'ê binpêkirina mafên mirovan ên meha Tebaxê li dijî rojnamevanan hatin kirin, eşkere kir. Di raporê de hate ragihandin ku 2 rojnamevan hatin kuştin, êriş li rojnamevanekî hate kirin.

RAPORA MKG'Ê

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnamevan a meha tebaxê bi raya giştî re parve kir. Di raporê de jinan bal kişandin ser binpêkirina mafên jinên rojnamevan û zextên li ser wan.

Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Wekî Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), em Rapora Binpêkirina Mafên Jinên Rojnamevan a Tebaxa 2024'an a bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji raya giştî re parve dikin. Her wiha em bi vê raporê re zextên li ser çapemeniya azad jî radixînin pêş çavan. Di vê raporê de me bal kişandiye ser gefxwarina li mafê jiyan û ewlehiya jinên rojnamevan. Her wiha me cih daye sînorkirina azadiya ramanê, zextên hiqûqî û rewşa rojnamevanên girtî.

Di meha tebaxê de bi taybet êrişên li ser rojnamevanên kurd derketine pêş. Bi êrişên Tirkiyeyê yên li Silêmiyê du rojnamevanên jin Hêro Bahadîn û Gulistan Tara jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnamevan jî birîndar bûn. Ji bo rojnamevan peywira xwe bi cih neynin hatin astengkirin, êrişa fîzîkî jî li hinekan hat kirin û bi awayekî cidî birîndar bûn.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê azadiya fikir û ramanê bi awayekî cidî hatiye sînorkirin. Lêpirsînên derbarê jinên rojnamevan de, doz û îddianame wekî perçeyekî ji zextan derdikeve pêşberî me. Di meha tebaxê de 25 binpêkirinên mafên jinên rojnamevan hatine raporkirin. Ev tişt nîşan dide ku zextên sîstematîk ên li dijî çapemeniya azad çawa gihiştiye asteke cidî.

Di heman demê de jî platformên dîjîtal jî hatin astengkirin. Di 2'yê Tebaxê de Instagram hat astengkirin û ev astengî di 10'ê Tebaxê de hat rakirin. Her wiha di meha tebaxê de jî hesabê X'ê yê gelek kesî hat astengkirin. Ev geşedan jî nîşan dide ku di qada dîjîtalê de jî sînorkirina azadiyan mijara gotinê ye.

Ev rapor eşkere dike ku binpêkirina mafên jinên rojnamevan ên li Tirkiyeyê çawa zêde bûne û di heman demê de jî gefxwarina li dijî azadiya çapemeniyê radixîne pêş çavan. Ev rewş di warê azadiya çapemenî û ramanê de tabloyeke bi xof radixîne pêş çavan.

Lîsteya jinên rojnamevan ên girtî:

1. Elif Ersoy – Berpirsiyara Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê 
2. Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê
3. Ozlem Seyhan – Rojnamevan
4. Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê 
5. Selamet Turan – Rojnamevan 
6. Ozden Kinik – Xebatkara TRT'ê"