Milîsên KBDH'ê li wesayita zirxî ya polîsan xistin
Milîsên KBDH'ê li Mersînê li dijî wesayiteke zirxî ya polîsan bi çek û bombeyan çalakî lidar xistin.
Milîsên KBDH'ê li Mersînê li dijî wesayiteke zirxî ya polîsan bi çek û bombeyan çalakî lidar xistin.
Milîsên KBDH'ê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "8'ê Sibata 2021'ê saet di 23:00 de li taxa Alîbeylî ya navçeya Tarsûsê ya Mersînê, li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa akrep a li dewriyeyê digeriya, hêzên me yên milîs ên KBDH'ê bi teqemeniyan û çekan çalakî kirin."
KBDH'ê diyar kir ku hejmara windahiyên hêzên faşîzm nehate zelalkirin, lê belê gelek ambûlans û wesayitên zirxî hatin cihê bûyerê.
Li gorî daxuyaniyê milîsên KBDH'ê bi rengekî serketî ji qada çalakiyê çûne.