Milazgir: Sema ronakbûyîn e

Milazgir: Sema ronakbûyîn e

Endama Fermandariya Akademiyên Apollo Azê Milazgir, 16. salvegera ji dest dayîna jiyana Sema Yuce “Serhildan” nirxand û got, “Li gorî min Hevala Sema, di fikir û giyanê de ronakbûyîn e. Xwedîderkatin li mîrateya hevala Sema, encax bi ronakbûn, zanebûn bi hêzbûyînê dibe."

Di dîroka her gelan de qehremanî ji aliyê gelek Egîdan ve hatiye nivîsandin. Dîrok, heta roja me ya îro bûye şahidê van qehremaniyan. Gelê kurd bi hezaran bûyerên wisa re rûbirû maye. Ji Kawayê Hesinkar bigire heta Hakî, Kemal, Mazlum’an, Besê, Sakîne û Zilan’an ev dirok carna bi xwîn, carna jî bi laşên ku bo azadiyê bûne agir her hatiye nûhkirin. Bi taybet Cejna Azadî ya kurdan, Newroz bûye sembola wan qehremaniyan. Sema Yuce ya bi nave kod “Serhildan” jî 21’ê Adar a 1998’an agirê azadiya ku ji Mazlum’an dewr girtî bi çalakiya xwe şewitandinê ev agirê azadiye dewrî nifşên nû kir û navê xwe di nava wê dîrokê de nivîsand û bû sembola azadiyê. Di 16. salvegera ji dest dayîna jiyana Yuce de, Endama Fermandariya Akademiyên Apollo Azê Milazgir, ji ANF'ê re axivî. Milazgir got; Li gorî min Hevala Sema, di fikir û giyanê de ronakbûyîn e. Di her qada têkoşîna jinan de, mîrateya hevala Sema encax bi ronakbûyîn, bi zanabûn û bi hêzbûyînê dikarin xwedî lê derkevin. Layiqê heval Sema bûyîn encax bi vî rengî çêdibe.

Milazgir da zanin ku weke jinek xwedawendek wek Yuce naskirin ji bo me şansek mezinê û got, “Wek jinekê xwedewendekî wek heval Sema naskirin ji bo min şansek mezine. Di kesayeta heval Sema de hemû tekoşerên azadiya jinan bibîr tînim û bejna  xwe li hember wan ditewînim. Heval Sema ne tenê bi şehîtboyîna xwe, di dema jiyan dikir de jî muhrek mezin di nava jiyana me de, di danî. Naskirina min ya bi Heval Sema re, dema ew li Girtigeha Çanakkale de girtîya azadîyê bû em çûbun cem. Dema çûyin hatina me çêdibû, di vê demê de ji ber siyaseta qirkirinê,  pir dijwar dihat meşandin em neketibûn di ferqa azadiya xwe de. Me ji rastiye xwe dûr dikir û di kesayeta me de ev dihat jiyankirin. Di demeke wiha de em ketin bin bandora peşketinên Tevgera Azadîya Kurdistanê. Êdî, hedî hedî nav me de tesira kurdinî peşdiket. Ji ber wê yeke me dixwest em biçin bi dîl ên azadî re nikaş bikin û ser hizirandina netewa kurd nêrinan bistînin. Her çiqas di nav me de ev hizirandin peşketi be jî, hê jî em neketibûn ferqa sîyaseta zirav ya imha û inkarê. Dema em çûn girtîgehê, Heval Ferhan li vir bû, ev heval demek şûn de şehît ket. Navê kesên ku em bi wan re hevdîtin pêk bînin wî hevalî diyar kir û ji me re got, “Ferqa me ji hevdû nîne. Em hemû dîlên PKK’yine”  piştê vê gotinê her yek ji me bi hevalekê re me hevdîtin pêkanê.” 

‘NIRXANDINÊN HEVALA SEMA EM HEJANDIN’

Milazgir, anî ziman ku bi vê rengî min hevdîtin bi Sema Yucê re pêk anî û wiha got, “Ez jî li ser navê Hevala Sema, çûm girtîgehê. Heta wê demê jî min Hevala Sema nasnedikir. Ev demê ku ez tînim ziman, demê legerînên me bûn. Di wê demê de hertim me xeyal dikir ku hevalekî PKK’yî bibînîn. Roja înê bû, ez û çar hevalên xwe çûyin zindanê me hemû heval silav kirin. Di xûrfê de sê-çar hevalên jin hebû. Me nasnedikirin lê di nava wan hevalan de Hevala Sema jî hebû. Piştî niqaş destpekir me wisa hêsdikir ku em di nava sêhrekê dene. Cihanêkî cûda bû. Giftûgoyên me demjımêrekê zêdetir domîya. Le belê me nedızanî ev hevala ku diaxife Heval Sema ye. Bi axaftina xwe dixwast ku em ji xwen û xeyalên mirinê rabîn. Ev niqaş wek birûskekê dı nava mejîyê me de teqiya. Sekin, axaftin û meyzandınên ku bi Heval Sema peş diket bi rastî jî hizirandineke pir cûda bû. Em ewqas bandor bûn kû me nedixwast hevdîtin xilas bibe. Her dixwast me di reya azadîyê de zana bike û me bine rêya rast. Piştî danûstandinên me yên zindanê em derketin ji derve û demekê bêdeng man. Êdî  timî me li ser axaftinên Heval Sema niqaş dikir. Êdî ev dem di nava jîyana me de destpekirîbo û dawîya demekê bû. Demên wisan bun ku mirov dihejandin. Nîqaşên Heval Sema ewqas ser me bandor kirin ku me her dixwast  biçîn hevalên dîl yên azadîyê yên di zîndana çanakkalê de bibînîn. Ji xwe piştî wan hevdîtinan, hem rexistinbûyîna me ya di nav ciwanan de peş diket, hem jî  di milê zanistî de peşketin di mede  çêdibûn. Ev girtîgeh ji bo me bibû cihekî ronakbûn û peşketinê. Bi taybet niqaşên Heval Sema ji ber lehûrbûna wê ya li ser fikr û ramanên Rebêr Apo, tû nakokî di serê me de nedihîşt.Çi naqokî di serê me de hebûna jî me ji Heval Sema re digot û wê jî ew nakokî sererast dikirin û zelalî dı fikrê me de peş dixist” Layiqê Heval Sema bûyîn encax bi vî rengî çêdibe.

‘HEMÛ NAKOKÎ ÇARASER DIKIR’

Milazgir, bilêvkir ku jiyana girtiyên azad ji bo wan bûye mînak û wiha dewam kir “Ji ber ku kesé girtigeh ji xwe re ne dikir xem û karê xwe yê rexistinî peşdixistin. Di milê fikr de azad jiyan dikirn. Jiyana wan her tim em berbi xweve dikşandin. Me her dixwast ku bi hevalan re bîn. Hevala Sema xwe di her alî de pêş xistî bû. Hewldanên wê xurt bûn. Li dijî zext û zordarîyên dijmin ya li ser girtîyan de xwedî sekn û vînek xûrt bû. Carna ji ber tendûristiya xwe ya fizîkî diçû nexweşxana, lê belê tû car nexwaşiyên xwe diyar nedikir. Di heman demê de me bi nivisên Heval Sema yên li ser kovaran xwe perwerde dikir. Ji bo me Heval Sema rêya naskirina Rêbertî,  gele kurd, fikir û ramanên azadiya jinê bû. Ev pêşketinên ku di me de çêdibûn di dema nakokîyên me herî zede dibûn de çedibûn. Ji alîyekê ve pergala kapitalizmê, ji aliyek din ve jî legêrînên me yên azadiyê em dikişandin xwe. Di demekî wiha de êdî çiyayen azad ji bo me bibû qiblêya azadî û rizgarîyê. Lê disa jî pergalê em dikişandin xwe û me ji xwe re digot ‘Gelo em biçîn çiyan, yan jî jiyana xwe bidomînin?’ ev pirs di serê me de her tim hebû. Heman demê hevdîtinên me yên bi Heval Sema re didoman û her tim Heval Sema biranînên xwe yên çîya ji me re digot. Her tim xeyala wê bû ku rojekê biçe serê çiyan û jiyana gerillatî jiyan bike. Bi rastî Heval Sema bibîranînên xwe bi vî rengî dixwast ku rê ji jiyana me re nişan bide ku çawa jiyan bikin. Kijan nakokî bun ku nedihişt em biçîn ser çîyayên azad. Nokokîyên weke ‘gava em biçin kî wê malbatê xwîdî bike? Malbat wê çi bike? Çawa jiyan bike?’  û hwd. Ev nakokî me jiyan dikirin. Ciwanên niha jî van nakokîyan jiyan dikin. Gava me bi Heval Sema re ev nakokîyîn xwe parve dikirin, çareserîyek wisa baş dît ku, em êdî ketin ferqê ku tenê ayîdê cihekê nînin. Hizirandin, tenê male xwe dîtin di me de şikand. Çiyayên azad yên Kurdistanê wateya wê çiye? Ciwanên ku biçin wan deran çi jiyanek birûmet jiyan dikin, di kesayeta wan de wê çi pêş bikevin? Ev tişt hemû ji me re gotin û nakokîyên me hemû çareser kirin” 

"DI XEYALÊN WÊ DE ÇALAKIYEKE MÎNA YA HEVALA ZÎLAN HEBÛ"

Milazgirt, tevlêbûna xwe ya refên gerîlla wiha ani ziman, “Ji xwe herî dawî wek gûrûpek mezin em ji aliyê Heval Sema ve hatin rêxistinkirin. Dema bihîst ku emê biçîn tevlî gerîlla bibîn keyfxweşiyek pir mezin jiyan kir. Em 13 heval me xwe amadekir ku em ji bajar derkevin û di dawîyê de hevdîtinek ya me bi hevalan re çebû. Di wê demê de Heval Zîlan çalakîyek mezin pêşxistîbû. Heval Sema nivîsek xûrt di derbarê kehramanên jin yên ku di dîrokê de jiyan kirîn, heya çalakiya Heval Zîlan nivîsek nivîsî bû. Me ji bo wê nivîsa Heval Sema lê pîroz kir. Demekê çavê Heval Sema li cihekê kilît bû û sekinî. Axinîyek kişand. Ji ber ku xeyalên Heval Sema jî çalakîyek wisa ya di mile leşkerî de çêbike hebû. Ewê jî dixwast gavekî wiha baveje, lê belê şert û zirûf dest nedida. Di zindanê de bû. Ji xwe çalakiya xwe ya şewitandine Heval Sema wiha pêşxist. Ez bawer dikim ku ger Heval Sema negirtî buya, teqqes ev kesayet wê bibûya xwedî çalakiyek pir mezin ya wek ya Heval Zilan. Wê demî Heval Sema axinîyek kişand û got, ‘Tenê nivîsandinek terê nake ji bo wê çalakiyê. Wek wê jiyankirin pêwîste, wek wê jîyankirin pêwîste.” Gava Heval Sema wisan got ji ber ku ciwanbîn me zede watê nedida wê axaftinê. Bi wî avayî hevdîtinên me xilas bun û me berê xwe da nav refên gerilla.

"DI KESAYETIYA XWE DE TEQANDINEKE MEZIN ÇÊ KIR"

Milazgir, diyarkir ku ew dema tevlî nava refên gerilla bû, destpekê çû gel Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got; “Em çûn saha Serokatî. 8’ê Adara sala 1998’an Serokatî ji bo hevalên jin civînek lidarxisti. Bernameyek ya televîzyonê bû. Dema destpêkê bû ku Serokatî birdoziya jinê dixist çerçoveyekê, penase dikir û zelal dikir. Di heman demê de Serokatî bi reya telêvîzyonê êvarî ji hemû cîhanê re Tekoşîna Rizgarîya birdozî ya Jinê îlan kir. Cara yekemîn bu ku regezên birdoziya jin dihatin diyarkirin û dayîn. Serokatî wiha diyardikir ku rizgariya jin rizgariya civakê ye û hemû cîhanê ye. Cihanek li derdora jinê avakir û danî holê. Dema Serokatî birdozîya jinê pêşxist di nava hemû civakê û me de kelêcanek mezin da avakirin, Di heman demî de Hevala Sema jî dikeve nava lehûrbûnekê, 8’ê Adarê û heta 21’ê Adarê herî dawî biryara çalakiye xwe dide. Di kesayeta xwe de teqandinek mezin çedike. Min zêde fikir nedikir ku Hevala Sema wê çalakiyek wisan peş bixe. Gava çalaki peşket agahî ji bo Serokatî hat. Serokatî derbarê çalakîyê de bi me re axifî. Ji ber ku me Heval Sema nas dikir.Her çiqas me wate neda be jî Serokati fikirî û li ser sekinî. Demekê lekolînkir. Ji ber ku Serokatî Heval Sema nas dikir. Demekê li gel Serokatî bi qudê “Serhildan” perwerde dîtibû. 

"HEVALA SEMA BÛ EFSANEYA LEHENGIYEKE MEZIN"

Milazgirt, anî ziman ku herkes nikare çalakiyek wiha pêş bixe û got, “Her mirov nikare biryara çalakiyek wiha bide. Merhaleyekî wiha jiyan bike. Çalakiya Heval Sema, çalakiyekî birdozî û ya xata azadiya jinan bû. Nezikatiya xwe li hemberî xatê diyar kirîbû. Hevalên ku Heval Sema nasdikirin,  digotin ‘Hevala Sema qala partîbûyina jinê dikir. Dixwast ku êdî jin bi saziyekê sînordar nemîne û di her qadên civakê de xwe rexistin bike û belav bike’ Bi rasti jî çalakiya Hevala Sema di jinan de zanabûnek pêş xist û zelalbûyinêk da avakirin. Piştî şahadeta Heval Sema me gavên pir mezin û giring avetin. Hevala Sema bi çalakiya xwe di dîroka jinan de bû xwedawendekî nemir. Di demekî şûnde Hevala Sema di dîroka partiyê de cihê xwe girt, bu efsaneyek û qehremanek mezin. Em ji weke militanekî yê PKK’yî hertim Hevala Sema ji xwe re minak digrin û bibîrtînin”

"LAYIQIYA BI HEVALA SEMA, BI XWEDÎDERKETINA LI PÊVAJOYÊ DIBE"

Milazgirt, bilevkir û got, “Berhemên ku Yûce hiştîne berhemên azadîyê ne û li ser wan hîman jinên PKK’yî di kesayeta xwe de peşengtiya jinên tevahî cihanê dikin. Milazgirt axaftina xwe wiha domand. “Di nav cihanê jinên herî birêxistinkirî jinên kurd in. Ev bi her aliye xwe ve dide diyarkirin ku hemû berhemên ji bo tekoşina jinan derketiye hole dide diyarkirin. Di her aliye de yên peşketî jinên kurd în, yên ku refleksên demokratik peş dixin jinên kurd în, yên ku diji zext û zordarîyê derdikevin jinên kurd in. Roja me ya îro de jî ev pevajoya ku ji aliyê Rebertî ve hatiye destpekirin ku em wek ‘Rizgariya Demokratik, Avakirina Jiyana Azad’ binav dikîn, xwediderketina li vê pevajoyê destpekê ji aliye jin ve çebû. Ev hemû mîrasê Hevala Sema ve giredayî ye. Yên ku xwe li dijî dagirkerî dikin mertal û pêşêngtiyê dikin disa jin in. Dayikên me ne. Ji ber ku herî zede êş, kul, zilm û zordarî kişandiye jin in. Ji bo vê herî zêde yên ku pêşênktîya vê pevajoyê dikin jin in. Disa li her qadê de înîsiyatîfa jinê heye û  pêwîst dike hin xûrttir bibe. Bi vê wesîlê salwegera şahadeta Hevala Sema pêwîst dike em hîn xûrttir bikin. Ji ber ku Serokatî jinbûyînê weke nirxekî mezin binavkir. Layiqbûyîna me ji bo Hevala Sema ancax bi xwedîderketinek mezin ya vê pevajoyê dibe. Tenê çalakiyên protestoyî terê nakin, ji me hîn zedetir rola avakirina jiyana azad leyîstin tê xwestin”  

"HEVALA SEMA RONAKBÛYÎN Û HÊZBÛYÎN E"

Milazgirt, bal kişand ser tekoşina YJA STAR’ê û got, “Em wekê YJA STAR, ji hemû tiştan re amade ne. Lê ne tenê di milên leşkerî de, di heman deme de di milê siyasî û civakî jî emê xwe amade bikin û peşenktîya pevajoyê bikin. Rebertî berî her tiştî ji bo jinan digot ‘Arteşbûyîna jin arteşbûyîna jiyana azad, wekhev û jiyana birûmete’ Hevala Sema jî ev esas digirt û ligor wê tevdigeriya. Ji bo vê yekê di roja me ya îro de tekoşîna jinan hîn zedetir pêwîst dike. Ji ber ku jin di bin zext, zordarî û çanda destavetinê re rûbirû ne. Her çiqas navê jinan weke amûrek derbast bibe jî mixabin, jin nayê naskirin. Ji bo vê pêwîst dike ku em tekoşîna xwe ji her demê zedetir bilind bikin. Reya ku Heval Sema bi laşê xwe wek pêtek ji agir ronî kir de em encax bi wê renge dikarin bimeşin û xwedî li nirxên wê derbikevin. Azadiya jinan jî encax bi vî rengî dikarin bidest bixin. Ji bo wê yekê rexistinbûyîna jin ji bo jinan gelek giringe. Birêxitinbûyîn û hêzbûyînê encax em li dijî pergala deshilatdarî ya ku ji aliye aqilê zilam ve tê meşandin derkevin pergala jinan ye azad biafirînin. Ji bo vê yekê pêwîst dike ku tekoşina me hîn zedetir bilind, kûr, devlemend û xûrt bibe. Layiqbûyîna Hevala Sema encax bi vî rengî çedibê. Ligor min Hevala Sema, di fikir û rih de ronakbûyîne. Di her qada tekoşina jinan de, mîrasê Hevala Sema encax bi ronakbûn, zanabûn û bi hêzbûyînê dikarin xwedî lê derkevin”