Meşa Kongreya Star a 3’rojan bi dawî bû
Li Şehbayê meşa Kongreya Star a dirêj a 3’rojan bi diruşmeya ‘Na ji tecrîdê re, bimire îxanet, dem dema azadiyê ye’ bi dawî bû.
Li Şehbayê meşa Kongreya Star a dirêj a 3’rojan bi diruşmeya ‘Na ji tecrîdê re, bimire îxanet, dem dema azadiyê ye’ bi dawî bû.
Meşa Kongreya star a 3’rojan ji bo tecrîdê girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku li navçeya Eresê destpê kir îro li Fafînê bi dawî bû.
Dema meşvan gihiştina Fafînê piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan û şûnde daxuyanî bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngîlîzî ji aliyê Narîman Hisên, Meryem Misto û Cîhan Silêman ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de bal kişand ser van xisûsan:
“Em Kongreya Star komploya navneteweyî ya hêzên hegenomîk û herêmî ya li ser Ocalan bi tundî şermezar dikin.
Hêzên hegomen di kesayeta Rêber Apo de dewletên ku rol di komployê de lîstin ji bo mafê gelê Kurd û hemû gelên bidest ku daxwaza mafê xwe dikin bi çewisînin bûn yek.
Dema ku van hêzan porjeya Rêber Apo ji bo xwe xeterî dîtin, dest bi komployeke navneteweyî kirin. Bi vê komployê Rêber Apo li Kenyayê dîl girtin.
Ji roja Rêber Apo hatî girtin û birin Îmralî 21 sal in siyaseta êşkence û faşîzmê didome.”