Meşa dirêj a ji Luksembûrgê heta Strasboûrgê ya li dijî komployê

Di salvegera 21'emîn a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de, wê ji Luksembûrgê heta Strasboûrgê li dijî komployê meşeke dirêj pêk were. Şoreşgerên ji gelek neteweyan wê tevlî meşê bibin.

Însiyatîfa 'Azadî ji Ocalan re ya Navneteweyî' daxuyaniyek da û diyar kir, di salvegera komploya navneteweyî de ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, wê bi beşdariyeke xurt meşeke dirêj organîze bikin. Meş wê bi dirûşma "Azadî ji OCalan re-Bi hev re li ber faşîzmê rabin" pêk were û 9'ê Sibatê li Lûksembûrgê dest pê bike.

ROJAVA BÛYE HÊVÎ JI TEVAHIYA CÎHANÊ RE

Di daxuyaniya însiyatîfê de hate ragihandin, Şoreşa Rojava ku bi nêrînên Ocalan afirî, li dijî dewlet, tundî û desthilatdariyê bûye hêvî ji gelên cîhanê re ku nîşan dide, cÎhaneke din pêkane. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, li qadeke şer a mîna Sûriyeyê, ji bo azadiya jinê, saziyên demokratîk û berpirsyariya hawirdoriyê gavên girîng hatin avêtin.

Însiyatîfê diyar kir, ji destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û vir ve li gel metirsiyên mezin her wiha firsendên girîng jî ji bo şoreşê afirîne û destnîşan kir, şervaên QSD, YPG û YPJ'ê ku bi salan li dijî çeteyên DAÎŞ'ê têkoşiyan niha jî hewl didin gel li dijî komkujiyên çeteyên dewleta Tirk biparêzin.

'DAGIRKERÎ DI SALVEGERA 20'AN A KOMPLOYÊ DE HATE KIRIN'

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, komploya li dijî Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir û hate ragihandin, êrişên dawî yên dagirkeriyê yên li dijî Rojava jî di 9'ê Cotmehê de dest pê kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên navneteweyî yên ku beriya niha bi 20 salan xwestin Şoreşa Kurdistanê bifetisînin, lîderê wê Ocalan dîl girtin. Niha jî Civaka Navneteweyî û NATO ji bo tinekirina destketiyên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şoreşa Rojava, berê Tirkiyeyê da herêmê."

'DAGIRKERÎ ÊRIŞA LI DIJÎ FELSEFEYA OCALAN E'

Însiyatîfa 'Azadî ji Ocalan re ya Navneteweyî' diyar kir ku êrişên li dijî Xweseriya Demokratîk a li Rojava di heman demê de êrişên li dijî felsefeya Ocalan in û bi bîr xist, ev projeya ku alternatîfê dewletê ye li Rojava hate destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rola Ocalan a ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd diyarker e.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di dawiya sala 2018'an de bi berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven û beşdariya bi hezaran kesî, tecrîda giran a li ser Ocalan ji bo çend mehan hate şikandin.

Însiyatîfê diyar kir, Ocalan di havîna 2019'an de bi pêşniyarên xwe yên aştiyane hewl da pêşî li çareseriya demokratîk veke, lê belê dewleta Tirk careke din bi tecrîdê bersiv da wî. Her wiha li gel dagirkeriyê, bi tayînkirina qeyûman li ser destketiyên xwecihî yên gelê Kurd bersiv hate dayin.

Di daxuyaniyê de bang li enternasyonalîstên şoreşger hemûyan hate kirin ku beşdarî meşê bibin û hate gotin, "Piştevaniya navneteweyî ya bi şoreşa li Rojava re nîşan da ku felsefeya Abdullah Ocalan û pêkanîna vê felsefeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo hêzên demokratîk hemûyan bûye hêvî. Em vê hêviyê ji bo azadiya Ocalan û bi piştgiriya bi hev re ya li dijî faşîzmê bigihînin qadan. Em bang li enternasyonalîstan hemûyan dikin ku beşdarî meşa dirêj a 'Azadî ji Ocalan re-Em bi hev re li ber faşîzmê rabin' bibin ku wê di navbera 9 û 15'ê Sibatê de pêk were. Meş wê li Strasboûrgê bi mîtÎngeke zindî û xurt bi dawî bibe."

NAVNÎŞANA EMAÎLÊ YA JI BO PÊWENDIYÊ

Di daxuyaniya însiyatîfê de hate ragihandin ku yên dixwazin tevlî meşa dirêj bibin dikarin li ser navnîşana mailê ya  [email protected] bi wan re bikevin nava pêwendiyê.

Beriya meşa dirêj a li dijî komployê, wê ji bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ber bi Luksembûrgê ve biçin. Heman rojê wê çalakger ji Luksembûrgê berê xwe bidin Strasboûrgê. Bi meşe dirêj wê 15'ê Sibatê roja Şemiyê xwe bigihînin Strasboûrgê û beşdarî meş û mîtînga mezin bibin.