Mêrdîn: Divê hemû jin li çalakiya Guven xwedî derkevin

Endama Koordînasyona KJK'ê Rewşen Mêrdîn bal kişande ser girîngiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Heseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven dest pê kiriye û got, divê hemû jin lê xwedî derkevin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Rewşen Mêrdîn di Stêrk TV de ji Rojeva jinê re axivî. Mêrdîn têkilî greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê, li ser rewaşa Tirkiyê axivî.

Mêrdîn got jin azadiya xwe di azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibînin, daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû jin û gelan e û divê hemû jin xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven xwedî derbikevin.

Bi berfirehî nirxandinên  Endama Koordînasyona KJK'ê Rewşen Mêrdîn ên têkilî rojevê wiha ne:

'HER GOTINEKE RÊBER APO JI BO JINAN HILMEK E'

Em çalakiya Leyla Guven silav dikin. Tecrîda Rêberê Gelan Abdullah Ocalan her ku diçe girantir dibe. Leyla Guven û gelek kes ev hîs kirin. Çalakiya Leyla Guven çalakiyeke şoreşgerî ye û ji bo mirovahiyê ye. Yê ku di nav çar diwaran de tê girtin îradeya gelê Kurd û hemû gelan e, îradeya jinan e. Êdî li cîhanê gelek kes Rêber Apo weke rêberê xwe dibînin. Azadiya xwe di felsefeya Rêber Apo de dibînin. Dijmin jî ji bo vê tecrîd li ser Rêber Apo girantir dike. Ji ber her gotineke Rêber Apo ji bo gelan û jinan weke hilmekê ye, hevdîtin qedexe kirin.

'EM JIN AZADIYA XWE DI AZADIYA RÊBER APO DE DIBÎNIN'

Projeya Rêber Apo ji bo azadiya jinan hebû. Birêz Leyla ji bo ku xwedî vê projeya Rêbertî derkeve ket çalakiya greva birçibûnê. Em  jin azadiya xwe bi azadiya Rêber Apo ve girê didin. Rêber Apo em kirin xwedî nasname, jin kir xwedî rêxistinî, hişt ku jin bi rengê xwe,  sirûşta  xwe tevli jiyanê bibe.

'DAXWAZA LEYLA DAXWAZA GELAN Û JINAN E'

Birêz Leyla ev 37 roj in di nav çalakiya greva birçibûnê de ye. Ji milê tenduristiyê ve jî rewşa wê her ku diçe nebaş dibe. Mafê wê yên însanî jî pêk naynin. Mirovên ku piştgirî didin Leyla Guven jî destgîr dikin. Ji ber daxwaza Leyla daxwaza gelan û jinan e xwedî lê derdikevin. 

'DEWLET HERÎ PIR JI JINAN DITIRSIN'

Me bi berxwedanî hebûna xwe daye îspatkirin. Ev çandekê me ya rêxistinê ye. Ger em xwe birêxistin nekin, li ber xwe nedin, helwestA xwe bilind nekin, dijminên Kurdan û jinan derfetê bibînin. Dewlet herî zêde ji jinan ditirsin. Jiber ku herî zêde jin şer hîs dikin, jin li berxwe didin.

'DIVÊ HEMÛ JIN TEVLÎ ÇALAKIYÊ BIBIN'

Erdogan sond xwariye ku navê Kurd jî nemîne. Em ji sond dixwin ku emê bi Rêber Apo re azad bijîn. Dewleta Tirk gotibû ku hûn li derve nikarin çalaki li dar bixin, çi dikin li hindûr bikin. Paşî ew jî dît ku li hindûr jî piştgirî dayîna çalakiya Leyla Guven bilindtir dibe û jê tirsiyan. Ji ber vê êrîşî çalakiyan jî kirin, dayîkên me li erdê xirikandin, derb kirin û destgîr kirin. Ev nêzîkatî nêzîkatiyeke faşîzane ye. Çalakiya dayîkên me pir binirx in, gerek hemû dayîk tevli çalakiyan bin û çalakî xurttir bin. Çalakî çi qasî bilind û belav bin, dijminên Kurdan jî ew qasî gav bi paş de bavêjin û fizikî azadiya Rêber Apo pêk were.

'TIRKIYE BÛYE GIRTÎGEHEKE SERVEKIRÎ'

Dewleta Tirk hemû der kiriye girtigeh û Tirkiyê bûye girtigehekî servekirî.

Gelek rojnamevan ji ber gotinên rast û tiştan rast nîşandan hatin girtin û rojname hatin qedexekirin. Ragihandinên Tirkiyê çavê xwe li ber rastiyê girtine û weke rojnamevaneke wijdanî naxebitin. Ango ragihandinên li Tirkiyê yên şerê taybet in û tenê xizmeta desthilatdara AKP’ê dikin.

Bi sedan kes ji ber li dijî Erdogan nêrînên xwe anîne ziman hatine destgîrkirin û girtin. Tirkiyê ji milê mafê mirovan ve jî di rêza dawiyê de ye. Tirkiyê di dersê mirovahiyê de li sinifê maye.

Ragihandina Tirkiyê jî çalakiya êlek zeran bi awayekî zindî dida û her di rojevê AKP’ê de bû. Gotineke pêşiyên me heye, dibêjin “derziyê çavê xwe nabîne lê şûjina çavê li hemberî xwe dibîne.” Her dewletek dixwaze xwe ji dewletên dîtir baştir nîşan bide. Lê belê hişmendî û pêkanînên hemû netew dewletan eynî ye. Dema Erdogan digot “polîsên me biînsaftir in” heman demê dayîkên me li Amedê bi şikleke dijmirovahî hatin binçavkirin. Dîsa dayîkên şemiyê bi destê polîsên Tirk hatin hincirîn û hatin girtin. Dîsa bi 388 kes bi guleyê polîsên Tirk hatine kuştin. Herî dawî li Stenbolê gencekî 17 salî bi guleya polîsê hat qetilkirin.

Tirkiyê ne îradeya gel dinase, ne çapemeniya azad, ne çalakiya jinan dinase. Em her tim dibêjin bi taybetî jî Erdogan, Baxçelî û Soylu dijminê jinan in. Jixwe dewleta wan li ser kolekirina jinê hatiye avakirin, ji ber vê jî naxwazin jin azadiya xwe û ya civakê bidest bixin. Lê ew ê jin li dijî van kesan çalakiyên xwe bidomînin û kînên xwe yên li hember mêrtî zindî bigrin.

'DIVÊ EM JIN WEKE GUVEN PÊŞENGIYÊ BIKIN'

Leyla Guven pêşengtiya çalakiya greva birçibûnê dike û bitaybetî jin û gelek kes piştgirî didin wê. Jiber ku Leyla biheq e, azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, azadiya temsîla mirovahiyê dixwaze, gelek kes destekê didin Leyla Guven. Em hemû jin neçar in ku weke Leyla Guven pêşengtiyê bikin û têkoşîna xwe bilindtir bikin.

GEFÊN LI HEMBER ROJAVA

Hemû cîhan şahid e ku DAÎŞ ber bi tinebûnê ve diçe û ev ji bi destê YPJ/G pêk tê. DAÎŞ nefesa xwe ya dawî dide. Di vê demê de gefên Erdogan li hember Rojavayê Kurdistanê dîsa zêde bû. AKP’ê ji tinebûna DAIŞ’ê ditirse û naxwaze Kurd bibin xwedî statuyeke. Ji ber vê êrîşî hemû destkeftiyên Kurdan dike.

Li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jin şoreş çêbû. Jin pêşengiya vê şoreşê dikin. Li Kobanê Arîn Mîrkan, Li Efrînê Avesta Xabûr bi berxwedanên xwe bûn sembola hemû gelan û jinan. Heta ev berxwedanî hebe, çi êrîş were kirin bila were kirin, ya serketî îradeya şoreşgertiyê ye. Mesele tenê ne Rojava ye, ev êrîş û gefên li hember Rojava, sibe li ser Başûr, Bakûr, Rojhilat e.

'DEMA PERGALA NETEWEYA DEMOKRATÎK Û KONFEDERAL E'

Êdî netew dewlet ber bi tinebûnê ve diçin, Rojavayê Kurdistanê jî weke alternatîfa netew dewlet, netewa demokratîk pêk anî. Ji ber vê jî hemû dewlet Rojava ji bo berjewendiyên xwe weke tehtîd dibînin. Di bin pergala netewa demokratîk gelek gel û bawermend hatin cem hev û bihevre dijîn. Ev jî zora dewletan diçe û naxwazin civak bi pergalekî demokratîk re bijî. Demê netew dewletan qediya. Êdî dem dema pergala neteweya demokratîk û konfederal e. Pêwistiya cîhanê bi pergalekî demokratîk heye.

Tecrubeyeke Rojavayê Kurdistanê heye. Ev 8 sal in Rojava gelek pêş ket û tecrube girt.  Divê ti kes pişta xwe nede hêzên derve. Divê Kurd bibin yek, em besî xwe ne. Baweriya me em bi xwe ne. Emê li hember êrîşên netew dewletan têkoşîna xwe bilindtir bikin.