Mêran di 10 mehan de 287 jin qetil kirin

JINNEWS’ê ragihand ku di 10 mehan de 287 jin hatine qetilkirin, 183 jin jî bi rengekî bi giman jiyana xwe ji dest dan.

JINNEWS’ê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê de, çeteleya 10 mehan berhev kir. Li gorî vê çeteleyê, di 10 mehan 287 jin hatin qetilkirin, 183 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 88 jin ji aliyê mêrê pê re zewicandî, 22 jin ji aliyê mêrê dest jê berdane, 26 jin ji aliyê mêrên pê re di asta destberdanê de ne, 15 jin ji aliyê kurê xwe ve, 22 jin ji aliyê nasê xwe ve, 8 jin jî ji aliyê kesên jê veqetiyane, 6 jin ji aliyê birayê xwe ve, 11 jin ji aliyê xizmê xwe ve, 6 jin ji aliyê kesên pêre ve, 2 jin ji aliyê bavê xwe ve, 6 jin jî ji aliyê mêrên nas nakin ve hatin qetilkirin.