Medîne Olçen: Qirkirina jinê êrişa li ser jiyanê ye
Aktîvîsta TJA'yê Medîne Olçen tundiya li dijî jinê nirxand ku di dema desthilatdariya AKP'ê de zêde bûye û anî ziman, ku bi komkujiya jinê re êriş li her qada jiyanê tê kirin.
Aktîvîsta TJA'yê Medîne Olçen tundiya li dijî jinê nirxand ku di dema desthilatdariya AKP'ê de zêde bûye û anî ziman, ku bi komkujiya jinê re êriş li her qada jiyanê tê kirin.
Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan her ku diçe zêde dibe. Ji ber polîtîkayên dewletê yên bêcezakirinê tehdeya li jinê tên kirin zêde dibe. Li aliyê din jinên ku xwe ji tundiya mêr diparêzin jî cezayên giran lê tên birîn.
Xweparastin, her çendî ji bo parastina civakê ji parastina fizîkî wêdetir pêkanîna mekanîzmayên civakî û siyasî be jî, di demên dawî de jin ji bo ku karibin bijîn û xwe biparêzin serî lê didin.
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Medîne Olçen, têkildarî tundiya li ser jinê û pêwendiya xweparastinê ya bi civakê re nirxand.
'QIRKIRINA LI HEMBERÎ JINÊ HEMÛ QADÊN JIYANÊ DIKE HEDEF'
Olçen anî ziman ku qirkirina jinê her roj bi şeklekî cuda û bi awayekî sîstematîk berfireh dibe û got: "Ya rast di çapemeniyê de jî her roj qetilkirina jinan derdikevin pêş û êdî bûye rewşeke rûtîn. Ev qirkirina heyî ne tenê bi jinê re sînor e, di heman demê de hemû qadên jiyanê jî tên hedefkirin û divê ev êrişa heyî tenê bi 'kuştina' jinan re sînor neyê girtin. Divê kes xwe di vî warî de nexapîne. Bi pêvajoya pandemiyê re tundiya di nava malbatê de xwe di asta herî jor de nîşan da. Jinên ku di nava çar dîwaran de hatin hepiskirin, hişmendiya 'cihê jinê mala wê ye' derxist pêş û bi xwe re hemû êrîşên derveyî mirovahiyê rewa kir."
'LI JINÊN XWE DIPARÊZIN CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ TÊN BIRÎN'
Olçen destnîşan kir ku rojê sê, çar jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin, lê ji ber polîtîkayên bêcezakirinê kuştin û tehdeya li jinê tên kirin zêdetir dibe û wiha pêde çû: "Mêrên ku tundiyê li jinan dikin û jinan qetil dikin, bêyî ku bên cezakirin dîsa dikevin nava civakê. Ji xwe mêr ji vê yekê hêzê digre. Li welat em dibînin ku jinên xwediparêzin jî cezayê giran ên girtîgehê lê tên birîn. Pergala heyî bi taybetî bi qasî ku di vê serdemê de li her qadê bi awayekî eşkera êrîşê jinan dike, di ti serdemê de ewqas êrîş nekiriye. Di roja me ya îro de, ji Kurdistanê heta Rojhilata Navîn, Emerîka, Ewûstralya, Efrîka û heta Asyayê, mêrê serdest asta êrîşên xwe yên hovane li dijî jinan bêyî ku veşêre yan jî hincetan nîşan bide bilind kiriye. Berovajiyê vê yekê, di vê serdemê de bi qasî ku berxwedan, têkoşîn û rêxistinbûna jinan li dijî pergala heyî derket asteke jor di ti serdemê de jî evqas bilind nebûbû. Bi qasî ku jin di vê serdemê de tên gel hev, xwe birêxistin dikin û dengê xwe li polîtîkayên li dijî xwe bilind dikin, di ti serdemê de ev tişt nehatibû kirin.”
‘DIVÊ DI HER ALIYÊN JIYANÊ DE XWE BIPARÊZIN’
Olçen, bal kişand li ser girîngiya parastina cewherî û wiha dom kir: “Di vê rastiyê de, heke parastina cewherî bê ravekirin, di heqîqeta xwe de jinê di warê laşî û hişmendî de sewqî rê û rêbazên lêgerînê dike û hebûna xwe diparêze. Civaka ku jin jiyana xwe têde berdewam dike, fikrên xwe derdixe pêş, bi çanda xwe re dibe yek, ji derveyî rolên ku lê hatine barkirin, bi zanebûna ku ew jî xwedî misyonekî ye tev digere, hebûna xwe diparêze û vê yekê wekî parastinê derdixe pêş. Divê em her cûre tundiyê re tê bikoşin, hînbûnên ku dispêrin me lêpirsîn bikin û di her warê jiyanê de xwe birêxistin bikin, jiyanê bêhtir bi wate û rengîntir bikin. Ev bi her awayî pêkan e.”
‘XWEPARASTIN LIV Û TEVGERÊN GIYANDARAN E’
Olçen anî ziman ku xweparastin liv û tevgerên giyandaran e ku ji bo hebûna xwe biparêzin, bidomînin û wateyekê li hebûna xwe bikin û wiha got: "Giyandar hemû ji bo hebûna xwe biparêzin bi awayên cuda serî li rêbaza xweparastinê didin. Xweparastin, rasterast têkildarî giyandariyê ye. Di dîrokê de li gor bawerî, felsefe, çand û taybetmendiyên erdnîgariyê reflesên xweparastinê yên cuda hene. Her meh xwîn ji bedenên jinan tê, lê namirin. Ev bixwe jî bi tena serê xwe mînakeke xweparastinê ye. Bedena me ji xwe hebûna xwe bidomîne xwe diparêze, zarokanîn, parastina zarok, xweyîkirin… Ev di heman demê de derbarê bedena xwe de, hebûna xwe de û civakîbûyînê de awayî xweparastinê ye.”