Meclîsa Jinên Yarêsan ya Federasiyona Derveyî Welat a Yarêsan 6ê Cotmehê li Swedê li Gêteborgê civîna xwe li dar xist. Bi dehan jinên Yarêsan beşdarê Civîna Meclîsa Jinên Yarêsan bûn.
Civîna Jinên Yarêsan yek deqe bêdengîya ji bo şehîdan dest pê kir. Ferîşte Nerîmanî di destpêka civînê de gotarek li ser rewşa jinên Kurd li Ewropa û Kurdistanê pêşkêş kir. Di gotara xwe de Nerîmanî pirsgirêkên jinên yarêsan ên li Ewropa û welêt vegot. Her wiha beşdarên civînê jî nêrînên xwe yên li ser rewşa jinê diyar kirin . Di civînê de bi taybetî pirsgirêkên jinan ên civakî hatin nîqaşkirin û li ser çareseriyên wê hate rawestandin.
Di dawîya civînê de Seyid Hişmet Ferehnoş axaftinek kir. Hate ragihandin di dawiya civînê de biryara berdewamkirina civînên bi vî rengî jî hatiye wergirtin.