Meclisa Jinên Kurd ya Bernê kongreya xwe yekemîn pêkanî

Meclisa Jinên Kurd ya Bernê kongreya xwe yekemîn pêkanî

Meclisa Jinên Kurd yên li herêma Bern ya Swîsreyê hate avakirin, îro yekemîn kongreya xwe pêkanî û di binya xwe de komîsyon damezirandin.

Kongre diyarî ji damezirênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera Parîsê ya KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez yên 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin, kirin.

Kongre destpêkê  bi deqîqeyek rêzgirtina li ser giyanê hemû “şehîdên” şoreşê destpêkir, di kongreyê de peyama Rêberê GElê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo jinan nivîsandibû hate xwendin.

Kongreya ku piştre peyama Dayîkên Aştiyê şandî hate xwendin û berdewam kir, rêziknameya Meclisa Jinan di hizûra delegeyan de hate xwendin û nîqaş li ser hatin kirin. Di kongreyê de nîqaş li ser pirsgirêkên jinê yên dîrokê û roja îro hatin kirin, her wiha balkişandin ser texrîbatên modernîteya kapitalist û desthilatdariya zilam.

Di binya meclisê de komîsyonên “Rêxistin”, “Dayîkên Aştiyê”, “Têkiliyên derve”, “Dîsîplîn”, “Perwerde” û “Jinên Ciwan” hatin avakirin û endamên wan hatin hilbijartin. Navê meclisa 30 kesî jî bi daxwaza hevpar ya delegeyan hate guhertin. Navê meclisê bidayîna navê Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) ku 11’ê Gulana 1991’an li qadên Tekoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabû hate guhertin. Kongre bi skeçek yê jin lîstin û stranên stranbêj Azad bidawî bû.