Meclîsa Jinên Êzidî ya Şehîd Zeyneb ava bû

Jinên Êzidî yên li bajarê Achim ê Elmanyayê bi kongreyekê Meclîsa Jinên Êzdî ya Şehîd Zeyneb ava kirin.

Li gel delegeyan, endama rêveberiya Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) Munawer Azîzoglû Bazan, nûnera PYD JIN Ronahî Welat û Hevseroka NAV-YEK'ê Sebriyê Savgat tevlî kongreyê bûn.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên şoreşa azadiyê û yên 73 Fermanan dest pê kir. Di destpêka kongreyê de Ayşe Karaca axivî û bal kişand ser giringiya rêxistinbûna xweser a jinên Êzîdî. 

Karaca got: "Di pêvajoya berxwedana serdemê de lidarxistina Kongreya yekemîn ya Meclîsa Zeyneb xwedî cîhek girîng e. Divê bi ruhê berxwedana serdemê ji bo parastina nirxên civakê û jinê xebatên hîn mezintirîn werin kirin û hemû jinên herêma Achîmê bêhtirîn xwe tevlî bilindkirina têkoşîna azadiyê bikin." 

Piştre Dayîka Şehîd Zeyneb (Binevş Edessa) kêfxweşiya xwe anî ziman: "Wek dayîka Şehîd Zeyneb ez gelekî serbilind im ku Kongra yekemîn ya Meclîsa Jinên Êzîdî ya Zeyneb li vê herêmê hate lidarxistin. Ji bo xwedîderketina li şehîdan divê demildest rêxistinbûna jinên êzîdî were xurtkirin û bîrdoziya azadiya jinê derbasî meriyetê bibe. Ji ber ku xeta Rêber APO xeta herî rast ji bo me jinên êzîdî û tevahî jinan e."

Di dewama Kongreyê de endama rêveberiya YJK-E Munawer Azizoglu Bazan axivî û diyar kir ku cihê ku pergala jinê neyê avakirin û bi zanista jinê jin xwe û civakê rêxistin neke, wê her tim bibe hdefa êrîşên hişmendiya zilam a serdest. 

Azizoglu Bazan bi taybetî bal kişand ser girîngiya pergala rêxistinbûyîna jinên êzîdî yên derveyî welat û pergala meclîsê bi berfirehî vegot. 

Piştî wê nûnera PYD JIN Ronahî Welat kongre silav kir û rastiya şoreşa jinê ku li Rojava ev 7 sal in bu modela gerdûnê û li Efrînê wek pergalek hatibû bicihanîn pênase kir. Bidewamî got, divê jinên Êzîdî çawa li Şengalê xwe bi rêxistin dikin û xwe rêve dibin, li dervayê welat jî rêxistinbûna xwe xurttir bike ku li ti deveran Fermana 73'emîn dubare nebe.

Nûnera SMJÊ Songul Talay jî di Kongre de amade bû û di axaftina xwe de rewşa dawî ya li li Efrînê û Şengalê vegot. Talay anî ziman ku di nava jinên Êzîdî de li Şengalê şoreşek zîhnî ava bûye û jin li hemû beşên jiyanê bi awayekî çalak xwedî ji mîsyona xwe ya pêşengtiyê derdikevin. Ji bo  pêşî li fermana spî ya li derveyî welat were girtin divê ji hemû beşên Kurdistanê jinên Êzîdî bi taybetî di pêvajoya serketinê de zêdetirîn di warê bîrdozî, siyasî û rêxistinî de têkoşînê bilind bike. 

Piştî axaftinan rapora xebatê hate xwendin û hate nirxandin. Di encama kongreyê de 4 komîsyon hate hilbijartin û rêveberiyeke ji 13 jinan pêk tê hate avakirin.

Hevseroka NAV YEK'ê Sebriye Savgat jî di dawiya Kongreyê de jî bal kişand ser rewşa civaka êzîdî ya dervayî welat. Savgat got: "Ji bo pêşî li bişaftina civakê were girtin wê projeyên zarokan, ciwanan û jinan werin amade kirin û pêk anîn. Divê bi ruhê sefeberiyê jinên Êzîdî xwe tevlî berxwedana serdemê û têkoşîna azadiyê bikin." 

Kongre bi diruşmên "Bijî Serok APO" "Jin jiyan azadî" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.