Meclîsa Jinê ya Rozerîn kongreya xwe ya 3. lidar xist

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, kongreya 3. a Meclîsa Jinê ya Rozerîn hate lidarxistin.

Kongre bi beşdariya 100 delegeyan pêk hat û nûnerên gelek sazî û rêxistinên jinan beşdar bûn.

Di kongreyê de li ser navê Komeleya Jinên Koçber Elîf Demîrhan, li ser navê Malbatên Şehîd û Windayan Şîlan Firat, nûnerên jinan a FEDA'yê, jinan a CÎK'ê, nûnera Jinan a PYD'ê û Meclîsa Jinên Êzidî, li kongreyê amade bûn.

Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Elmanyayê di kongreyê de axivî û bi bîranîna cangoriyên berxwedana xwerêveberiyê Sêvê, Asya, Mehmet Tûnç û Sakîne Cansiz û hevalên wê yên li Parîsê hatin kuştin, dest bi axaftina xwe kir.

Nûnerê got, "Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd, ku îro li Kurdistanê derket holê û ji Rojhilata Navîn belav bûye li tevahiya cîhanê, bi saya keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihîştiye vê astê. Tespîta 'azadiya civakê bi azadiya jinê dibe' ya Rêber Apo radixe pêş çavan bê azadiya jinê çiqasî girîng dibîne."

Di kongreyê de rapora li ser karê salekê hat xwendin û nirxandin.

Jinan di çarçoveya kampanya 'Xwebûn' a Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê hat destpêkirin û ji bo 8'ê Adarê, plansaziya çalakiyên hevpar ên bi gel û rêxistinên cuda yên jinan re, hat kirin.

Her wiha xebatên kampanya 'NA' ya ji bo referandûma 16'ê Nîsanê hatin nirxandin û meclîsek ji 45 kesan hat hilbijartin.

Di kongreyê de komîteyên civakî, rêxistinî, çandî, dîplomasî, baweriyan û komîteya ciwanan hatin avakirin.

Kongre bi qîrîna dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" qediya.