Meclîsa Jinê ya PYD’ê: Li dijî qetlîamê rabin serhildanê

Meclîsa Jinê ya PYD’ê ya nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirker û qetlîamên dewleta Tirk a vîna jinê dike hedef da, banga serhildanê kir.

Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girêdayî êrîşa Tirkiyê ya li dijî Kobanê ku di encamê de sê jin, di nav de du endamên Koordînasyona Kongreya Star şehîd bûne, daxuyanî da.

Meclîsê di daxuyaniya xwe de got: “Hedefgirtina jinan û tevahiya çînên civakê sûcên şer in. Ev sûc qanûnên navdewletî binpê dikin.”

Meclîsê di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike û wiha domand: “Ji ber wê jinên pêşeng ên di civaka Kurd de dike hedef. Mîna têkoşer Hevrîn Xelef a ku ji hêla çeteyên ‘Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê’ ve hate şehîdxistin.”

Meclîsê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe didomîne û di şeva 23`yê Hezîranê komkujiyek li gundê Helîncê yê girêdayî Kobanê pêk anî. Di Encamê de sê jin, di nav de du endamên Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl şehîd bûn.

Meclîsê Jinê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya wan dan. Her wiha li dijî dagirkeriya Tirk banga serhildanê kir.

Di dawî de meclisê êrîşa li hemberî jinan şermezar kir û got: “Hedefgirtina sivîlan û tevahiya çînên civakê sûcên şer in û li dijî hevpeymanên NY, lihevkirina Cinevê û qanûnên navdewletî, ye. Em bang li van saziyên navên wan derbasbûyî dikin ku girtekên pêwîst li dijî sûcên Tirkiyê bigirin û hovîtiya wê rawestînin.”