Meclîsa Jinan a HDP’ê: Ne birçîbûn bêdengî dikuje

Meclîsa Jinan a HDP’ê li Beşîktaşê ji bo balkişandina li ser grevên birçîbûnê û tecrîda Îmraliyê çalakî lidarxist.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Beşîktaşê ji bo balkişandina li ser grevên birçîbûnê û tecrîda Îmraliyê çalakiyek lidarxist.

Bi sedan jin beşdarî çalakiyê bûn û tîşortên ku wêneyê Leyla Guven li ser bûn, li xwe kirin. Jinan maskeyên spî yên sembola grevên briçîbûnê danîn ber devê xwe, bi saetan çalakiya rûniştinê lidarxist û welatiyên li derdor têkildarî armanca çalakiyê agahdar kirin.

Jinan bi yek dengî gotin “Ne birçîbûn, bêdengî dikuje”. Welatiyên li derdorê jî piştgirî da çalakiyê û çalakî didome.