BI DÎMEN

‘Me bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jiyaneke azad ava kir!’

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dewam kirin. Di çalakiyan de şoreşa jinê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate silavkirin.

Li navçeya Ehdasê ya Şehbayê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” hat pîrozkirin. Bi hezaran jinên ji Efrîn û Şehbayê ku cil û bergên xwe yên neteweyî li xwe kirine, beşdarî çalakiyê bûne.

Çalakiyê bi meşekê dest pê kir û li qada navçeyê bernameya pîrozbahiyê dom kir. Li vir endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Şaziye Îbrahim axivî û got: “Dema em dibêjin roja jinan û li jinên kedkar pîroz be, em behsa bi sedan jinên têkoşer ên li hemberî zilmê serî hildane, dikin. Em behsa jinên di fabrîqeyan de hatine şewitandin dikin. Di dîroka Kurdistanê de jî tê dîtin ku jinan her tim li hemberî zilmê serî hildaye."

Endama Kongra Star Rîhan Elo jî wiha axivî: “Em jinên ku Rêbertî li ser wan gotiye ku şoreşa jinan şoreşa hezaran kesan e, ji bo wê şoreşa jinan bi hêz û serhildan û îradeya jinan dê bigihêje armanca xwe.”

Di çalakiyê de peyama 8’ê Adarê yên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) û Yekîneya Parastina Jin (YPJ) hate xwendin. Di peyamê de 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Efrînê û tevahiya jinên cîhanê hat pîrozkirin û şehîdên şoreşê hatin bibîranîn.

Di peyamê de hat bibîrxistin ku hişmendiya baviksalarî bi hezaran salan e li dijî jinan zordariyê dimeşîne û nasnameya wê tûne dihesibîne. Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi felsefeya Abdullah Ocalan zincîrên koledariyê hatine şikandin û li cîhanê hêviya azadiyê hatiye belavkirin û wiha hat gotin: “Xeta Besêyan, Zarîfeyan, Leyla Qasiman di şoreşa me ya jinê de ji Zîlan heta Berîtanan, ji Sariyayan heta Nûrşîn, Avesta, Barîn, Sorxîn, Azadî, Jiyan, Çîçek û Jîna Emînî bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî zincîra koletiyê şikandiye. Emê ji 8’ê Adarê heta Newroz û 4’ê Nîsanê bi stratejiya şerê gel ê şoreşgerî tecrîdê bikişînin, serkeftinê tacidar bikin.”      

Çalakî bi stran û dîlanên komên govendên didome.

HESEKÊ

Çalakiya 8’ê Adarê ya li Sed Xerbî ya Hesekê bi beşdariya bi hezaran şêniyên bajar û navçeyên wê yên Şedadê, Hol, Til Birak, Til Temir û Dirbêsiyê dewam dike. Bi hezaran jinan bi cilên xwe yên neteweyî û bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi berzkirina dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" beşdarî çalakiyê bûne.

Di çalakiyê de hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr anîn.

Asya Ebdullah diyar kir ku bi saya berxwedana jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi saya şehîdên mîna Sakîne Cansiz, Şîlan û Aran ew gihaştine vê astê û wiha domand: "Bi saya wan pêşengên ku dan ser rêya azadiyê û di oxira têkbirina zilm û zordariyê de, her wiha di rêya rizgarkirina jinan de canê xwe dane, em gihaştine vê astê."

Asya Ebdullah got pergalên kapîtalîst ên desthilatdar hewl didin tevgera rizgariya jinan têk bibin û wiha domand: "Lê jinan li hember van pergalan berxwedaneke dîrokî raber kir û mîraseke tîjî destkeftî afirand."

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Di serî de jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji tevahî jinan tê xwestin ku bi rihê ku rêxistina herî xeternak a cîhanê anku DAÎŞ têk birine, destkeftiyên şoreşa li tevahî cîhanê deng vedaye, destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin."

Di çalakiyê de berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xaliya Kecwan jî got: “Em ê bi rihê 8’ê Adarê û bi dirûşma bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin."

Xaliya Kecwan bal kişand ser berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya guhertina pergala baviksalar û wiha domand: "Şoreşa jinan dê bi hevgirtina tevahî pêkhateyan Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din bi ser bikeve."

QAMIŞLO

Di çalakiya li gundê Dirêcîkê ya navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê de jî berdevka Kongra Star Rîhan Loqo 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha domand: "Siyasetên qirkirinê yên li hemberî jinan hîna dewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker rojane sûcan li dijî jinan dike, ev jî berdewama şerê qirkirinê yê li dijî gelê herêmê ye."

Rîhan Loqo ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir û wiha pê de çû: “Me bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jiyaneke azad ava kir, me cihê xwe di navendên biryarê de girtiye. Erka me ye em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe têkoşînê mezin bikin."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Vîviyan Oso jî bal kişand ser yekitiya jinên tevahî pêkhateyan û got: "Kombûna me ya li qada çalakiya 8’ê Adarê îsbat dike ku em li hember tevahî cureyên tecrîd, qirkirin û dagirkeriyê yek in."

Viviyan Oso îşaret pê kir ku dewletên îdiaya demokrasî, azadî û parastina mafên jinan dikin di qetilkirina jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hevkariya dewleta Tirk a dagirker dikin.